Fornybare energikilder // Çavkaniyên nûjenkirina enerjîyê
Di jiyana me ya rojane de, em gelek elektrîkê bikar tînin. Em vê elektrîkê ji çavkaniyên cihêreng ên enerjiyê digirin. Du cûre çavkaniyên enerjiyê hene: çavkaniyên enerjiya nûjenbar û çavkaniyên enerjiya ne-nûjenbar. Di vê gotarê de, em ê li çavkaniyên enerjiyê yên nûjenbar binêrin.


Ku çavkaniyek enerjiyê bikaribê were nûkirin tê wateya ku em nikarin wê xilas bikin. Enerjiya nû her dem bi navgîniya pêvajoyên di xwezayê de xwebixwe tê afirandin. Mînakên çavkaniyên vê cûreya enerjîyê enerjiya avê, enerjiya bayê û enerjiya rojê ne. Ev her sê çavkaniyên enerjiyê, enerjiya xwe ji rojê distînin. Roj bi awayên cuda enerjîyê dide van her sê çavkaniyên enerjiyê.

Hêza Avê
Enerjiya avê enerjiya ku ji ava diherikê tê. Li Norwêcê di sûlava û çeman de gelek ava herikbar heye û em dikarin vê yekê ji bo hilberîna enerjiyê bikar bînin. Ew roj e ku dibe sedem ku ava li ser rûyê erdê dest bi tevgerê dike. Tav avê germ dike û dikê buhar. Dûv re av di ewran de kom dibe, ku di dawiyê de wek baranê vedigere erdê. Li ser rûyê erdê, av ji çeman ber bi deryayê ve diherike.

Hêza Bayê
Roj hewayê germ dike û dibe sedema livînê wê. Em vê yekê wek bayê dizanin. Em dikarin livîna bayê ji bo hilberîna enerjiyê bikar bînin. Em bi sazkirina turbînên bayê dikarin vê enerjiyê bikar bînin. Turbîn ne îcadeke nû ye û ji mêj ve heye, mînak ji bo hûrkirina gênim û çêkirina ardî hatîye bikaranîn.

Enerjîya Rojê
Enerjiya rojê dikare hem ji bo germkirina avê û hem jî ji bo germkirina xaniyên ku em tê de dijîn werê bikaranîn. Enerjiya rojê dikare ji bo çêkirina elektrîkê, bi karanîna panêlên rojê, jî werê bikaranîn.

