Hva er viktig?/ Çi girîng e?
Hva er viktig for at barn og unge kan ha det godt selv om livet kan være vanskelig?
Çi girîng ji bo ku zarok û genc bi karin baş bin her çend jîyan hendek caran ya bi zehmete.
Kes bi tena serê xwe ji ezmûnên dijwar derbas nabe. – piştgirîya ji aliyê kesên din ve pir girîng e. Lêkolîn nîşan didin ku ew kesên ku piştî ku tiştên dijwar jîyan kirine baş derdikevin, pir caran pênc faktorên girîng hene ku li cîhê xwe dane:
1. Ewlekarî– Zarok û genc divê dîsa hest bi aramî ê biken, hem ji aliyê laş û hem jî ji aliyê hestyarî. Rûtîn, pêşbînîkirin û hebûna mezinên ewledar dibe alîkar.
2. Bawerî bi şiyanên xwe – Zarok û genc divê bibînin û hîs bikin ku ew dikarin li ser rewşa xwe bandor bikin, û ku gava ew alîkariyê bixwazin, alîkarî amade ye
3. Piştgirîya civakî – Hebûna têkiliyên baş û hestkirina ku mirov beşek ji civakekê ye, pir girîng e ji bo avakirina berxwedanê û xo parastin ji tiştên sext/zehmet.
4. Hêvî – Hêvî û xweşbînîya bo pêşerojê hêz dide ku mirov dikare bi astengiyan re rû bi rû bibe û bawer bike ku tişt dikarin baştir bibin.
Ev prensîb bi serê xwe dixebitin, lê ew di heman demê de hevdû xurt dikin. Dê û bav, dibistan û heval dikarin piştgirên baş bin da ku zarok û genc/ciwan, her çend jîyan dijwar be jî, baş bimînin.
