Islam // Îslam

Denne teksten om Islam finnes på flere språk. Tanken er at teksten skal være et supplement til andre læremidler og andre aktiviteter i opplæringen. Det er altså ikke meningen at disse ressursene skal stå alene, men at de kan brukes i innledning til arbeid med temaet.

Teksten kan, for eksempel, brukes sammen med tospråklig lærer for å aktivere elevenes kunnskaper om temaet, og å bidra til at eleven lærer fagspråk.

Scroll nedover for å finne flere ressurser.

Îslam ji her sê olên cîhanê yên ku li Rojhilata Navîn hatine damezrandin, herî dawî ye. Cihûtî û Xirîstiyantî du olên din in ku li Rojhilata Navîn hatine damezrandin e. Mîna Cihû û Xirîstiyanan, misilman jî bawer dikin ku tenê yek xweda heye. Ji ber vê yekê ji wan re olên yekxwedayî tê gotin.

A metal islamic crescent moon and star on a green textured background
Nîveheyv û stêr sembola Îslamê ne. Illustrasjon: Adobe Stock

Îslam di nav olên cîhanê de, piştî Xirîstiyantiyê, ola duyemîn e. Li cîhanê nêzîkî 1,7 milyar mirovên ku bawerî bi Îslamê tînin hene. Ji kesên ku Îslamê qebûl dikin re dibêjin misilman. Ji civaka îslamî re bi erebî umma ango ango bi kurdî ummet tê gotin. Ummet dikare li ser du komên sereke werê dabeş kirin. Ev Misilmanên Sunî û Misilmanên Şîa ne. Muhammed Pêxember di derdora sala 610’an de li Mekkeyê ku bajarê jidayikbûna wî bû, Îslam ava kir. Mekke li Erebistana Siûdî ye. Muhammed di sala 632 P.Z. de koça dawî kir.

Quran û hedîs

Quran di Îslamê de pirtûka pîroz a herî girîng e. Li gorî Îslamê, Qur’an ayetên ku Pêxember Muhammed ji Xwedê wergirtiye dihewîne. Quran bi eslê xwe bi erebî hatiye nivîsandin.

Bilde av koranen og andre bøker som er oppslått på et bord.
Wêneyê Qûran ê. Foto: Adobe Stock

Quran ji 114 sureyan pêk tê. Sûre qismî li gor dirêjiya wan hatine rêzkirin. Ya herî dirêj pêşî û ya herî kurt li dawî tê. Sureya yekem îstisnayek e, ew ji nimêja destpêkê ya kurt el-Fatiha pêk tê. Misilman berî xwendina Quranê wê maç dikin.

Di sedsalên piştî mirina Muhammed de, vegotinên ku wî gotiye an kiriye di pirtûkên bi navê hedîs de hatine nivîsandin. Divê Quran û hedîs bi hev re nîşan didin ka jiyanek rast û baş ji bo misilmanan çi ye.

Her pênc stûnên Îslamê

Îslam dînê qanûnê ye. Ev tê wê wateyê ku qanûn û rêzik diyar dikin ka çi rast û nerast e û divê Misilman çi bikin. Ev yek di pênc stûnên Îslamê de hatiye diyarkirin.

Bawerî

Bawerî an jî şehadet stûna yekem a Îslamê ye. Bi erebî wiha dinivîse: “Eşhadw ana la îla Allah we eşhadw ana Mihemed resul Allah.”. Bi norwêcî tê wateya: “Ji Xwedê pê ve tu xweda tune ne û Muhammed pêxemberê wî ye”.

Illustrasjon av trosbekjennelsen i Islam. Skrevet med arabisk kalligrafi
Nivîsa şehadetê ku bi erebî hatiye nivîsîn. Illustrasjon: Adobe Stock

Nimêj/Dûa

Stûna duyemîn salat an jî nimêj e. Misilman divê rojê pênc caran ji Xwedê re nimêj bikin. Misliman li ser secadekî ku berê wê didin Mekkeyê nimêj dikin.

Bilde av to jenter som sitter på kne med hendende foldet. De sitter på en bønneteppe.
Dû keçên kû nimêj dikin. Wêne: Adobestock

Beriya nimêjê paqijbûn girîng e. Duaê nimêjê bi erebî ne û ji Quranê nivîsan dihewîne. Di nimêjê de, laş di pozîsyonên sabît de tê gerandin: Dema meriv nimêj dike, meriv radiweste, xwe ditewîne, paşê çok dide û rûdine, destên xwe û enîya xwe datine erde û diçe sûcûda. Nimêja înê nimêja komî ye û roja înê nîvro li mizgeftê tê nimêj kirin. Nimêja înê yek ji pênc wextên nimêja rojane ye, lê ji bilî nimêja komî, mirov li xutbeyê jî guhdarî dike. Kesê ku nimêjê bi rê ve dibe û weaz dide, jê re dibijên mele (îmam).

Beşdariya refahê/ Tevkariya refahê

Stûna sêyem bexşîna refahê an jî Zekat e. Zekat ew bac e ku li gor pere, zêr û mal û milkê mirov tê dayîn. Pere ji kesên hewcedar re tê dayîn.

Rojî

Rojî stûna çaremîn a Îslamê ye. Rojîgirtin di meha Remezanê de ye, yanî ji derketina rojê heta avabûna rojê mirov nikarê ne xwarin bixwê û ne jî vexwarin vexwê. Zarok ne hewce ne ku rojiyê bigirin. Piştî roj çû avan malbat ji bo şîva êvarê ya bi navê îftarê dicivin. Di Remezanê de, girîng e ku hûn ji tiştên ku we re hene re şikir bikin û li hember wan ên ku ew qas tiştên wan tune ne bi rehmtir bin.

Çûna hecê

Stûna pêncan jî çûna hecê ya Mekkê ye. Armanc erka Hecê bicih anîn e. Çend rîtuelên ku bi Hecê re têkildar in hene. Ji bo ku rêwîtî wekî hecê derbasdar were hesibandin, divê hemî rîtuel bêne temam kirin. Mînak rîtuelek ev e ku heft car li dora Kabeyê bimeşin. Kabe pîroz e, ji ber ku kevirê reş tê de ye. Li gorî Îslamê, kevir bi eslê xwe ezmanî ye û ji aliyê melek Cebraîl ve hatiye ser rûyê erdê.

Misliman ger derfet hebe divê di jiyana xwe de carekê biçin hecê. Her sal sê û çar mîlyon misilman diçin Mekkê.

Kabe di hundirê mizgefta sereke ya Mekkê de ye. Wêne: Pixabay, Konevi

Fîlm li ser dîroka Îslamê

Dîroka Îslamê. NDLA