Øvelse 2 // Partîka 2
Dype pust
Om øvelsen
Hilmgirtina me bixweber ji aliyê mejiyê me ve tê kontrolkirin, lê em dikarin bi xwe jî wê kontrol bikin. Dema ku em ditirsin, hêrs dibin an jî stres dibin, hilmgirtina me pir caran bilez û kêm kûr dibe. Ev yek sînyalan dişîne mejiyê me ku laş teng dike. Bi kişandina nefesên kûr ên ku heta zik diçin, em dikarin beden û hişê xwe aram bikin. Dema ku laş rihet dibe, mejî jî aramtir dibe. Ji ber vê yekê nefesgirtina kûr dikare bibe rêyek bi bandor ji bo çareserkirina stres û hestan.
Bi rehetî rûnin an jî rast bisekinin. Destên xwe deynin ser zikê xwe. Bi pozê xwe nefesê bistînin û hîs bikin ku zikê we fireh dibe. Bi devê xwe hêdî hêdî nefesê derxînin û hîs bikin ku zikê we piçûk dibe. Xeyal bikin ku di zikê we de balonek heye ku tijî dibe û vala dibe. Vê çend caran dubare bikin û bala xwe bidin ka laşê we piştî wê çawa hîs dike.
