Øvelse 3 // Pratîka 3

Dyp pust

Om øvelsen. Derbarê pratîkê de.

Hilmgirtina me bixweber ji aliyê mejiyê me ve tê kontrolkirin, lê em dikarin bi xwe jî wê kontrol bikin. Dema ku em ditirsin, hêrs dibin an jî stres dibin, hilmgirtina me pir caran bilez û kêm kûr dibe. Ev yek sînyalan dişîne mejiyê me ku laş teng dike. Bi kişandina nefesên kûr ên ku heta zik diçin, em dikarin beden û hişê xwe aram bikin. Dema ku laş rihet dibe, mejî jî aramtir dibe. Ji ber vê yekê nefesgirtina kûr dikare bibe rêyek bi bandor ji bo çareserkirina stres û hestan.

Bi rehetî rûnin an jî rast bisekinin. Xeyal bikin ku hûn li dora her pênc tiliyên destê xwe nefesê digirin. Ji derveyê tiliya xwe ya biçûk nefesê bistînin, li jorê tiliyê nefesa xwe bigirin û ji hundirê tiliya xwe ya biçûk hêdî hêdî nefesê derxînin. Dîsa li ser tiliya din nefesê bikişînin jor, li jorê nefesa xwe bigirin û ji aliyê din hêdî hêdî nefesê derxînin. Bi hemû tiliyên xwe bi aramî nefesê bidomînin.

En tegning av en hånd. Rundt fingrne går det en prikkete blå stek ovvover på yttersiden av hver finger og en prikkete rød strek på innsiden av hver finger