Det gamle Egypt // Misira Kevnar

Misira Kevnar û Çemê Nîl

Piraniya xaka Misira kevnar çol bû. Ne ji çemê Nîl ba, dê jiyan li wê deverê ne mumkin ba. Çemê Nîl dirêjtirîn çemê cîhanê ye û di hejmarek ji welatan re derbas dibe. Nîl li ser xaka Misirê diherike û derbasî nav Derya Spî dibe.

Mîna welatê Mezopotamya çemê Nîl ji bo çandiniyê û mana jiyanê giring bû. Lehî û şapên çemê Nîl li Misirê di demine destnîşankirî ji salê de çêdibûn. Lehî di her salê de ji heyva hezîranê ta heyva çirya pêşî çêdibû. Ji ber ku misiriyan zanîbûn kengî dê lehî çêbibe û ava çem rabe, wan amadekarî jê re dikirin û çeper li dora bajar û zeviyên xwe ava dikirin û bendavên xwe vala dikirin. Şapên wan ne wek yên Mezobotamya mezin bûn.

Piraniya gelê Misirê cotkar bûn. Karê wan yê sereke çandinî, xwedîkirina ajelan, nêçîrvaniya bejî û ya avî bû. Hin ji wan jî xwedan-pîşe bûn, wek mînak karê avahîsazî, nanpêjî, çêkirina qeyikan û hesinkariyê dikirin.

Cotkaran li zevîyan, li ser dirêjahîya çemê Nîl loke diçandin, ku jinan ew dirêsan û dikirin caw.  Malbatan cureyekî taybet ji çîtan kom dikirin ku navê wan jî pelên papîrus bû. Gelek tişt jê çêdikirin, wek mînak sendel, qeyik û pelên nivîsandinê. Navê pel ji pelên papîrus hatiye.

Misiriyên kevnar şêweyekî nivîsandinê yê bi navê nivîsa Heroglîfî afirandin. Di dema ku xelkên Mezopotamya li ser depên ji heriyê hatibûn çêkirin dinivîsandin, misiriyan li ser pelên papîrus dinîvisandin.

Detaljert utsnitt av egyptiske hieroglyfer skåret i en vertikal steinplate. Symbolene inkluderer blant annet en fugl, en sittende person og ulike geometriske figurer. Overflaten er slitt og ujevn, med spor av alder og erosjon.
Egyptiske hieroglyfer
Fargerikt egyptisk papyrusbilde med gule, røde, grønne og blå detaljer som viser guder som veier den avdødes hjerte foran Osiris.
Et gammelt egyptisk bilde, malt på papyrus, som viser guder som sjekker om en persons hjerte er snilt nok. Til høyre sitter guden Osiris i hvite klær og passer på.

Fîrewn

Desthilata şah (mîr) li Misirê pir bihêz bû. Ew di qesreke mezin û spehî de dijiya. Erkê şah yê sereke çavdêriya xweşî û aramiya jiyana xelkê bû. Misiriyên kevnar di wê baweriyê de bûn ku Fîrewn kurê Xweda ye, lewra xelkê newêrabûn navê wî bînin ser zimanê xwe. Gel jê re digot Fîrewn, ku tê wateya “mala mezin”. Mîratiya Fîrewntî ji bav digiha kur. Divîyabû xelk bacê bidin Fîrewn, lê wan bac weke îro bi pereyan nedida. Fîrewn hevparê tevaya dahatên çandinî û pîşekariyê bû. Fîrewn bendav û cokên avdaniyê û perestgeh ava dikirin. Û divîyabû xelk jî alîkariyê di avakirinê de bikin.

Utsikt over Hatshepsuts tempel ved Luxor, der tempelstrukturen er integrert i en lys kalksteinsklippe
Hatshepsut var en av de få kvinnelige faraoene i det gamle Egypt og regjerte i det 18. dynasti. Hun er kjent for en fredelig og velstående epoke og for å ha bygget det imponerende dødstempelet i Deir el‑Bahari.

Pîramîd

Foto av pyramidene på Giza-platået i Egypt, med flere store pyramider i bakgrunnen og en gruppe kamelryttere som krysser ørkensanden i forgrunnen.
Pyramidene på Giza-platået i Egypt.

Misir bi pîramîdên xwe yên mezin, ên ku gorên hin şahên welat bûn li seranserê cîhanê navdar e. Baweriya misiriyan bi jiyana piştî mirinê dihat, lewra giring bû ku şahên wan bi rengekî baş bên veşartin. Gelek zêr, xwarin, cil û berg û çek bi wan re vedişartin, da ku ew wan di jiyana xwe ya dahatî de bi kar bînin. Ji bo ku terman biparêzin, ew bi şelîtên dermankirî dipêçan û mûmiya çêdikirin.

Fargerik veggmaleri i gammel egyptisk stil som viser flere stående figurer i tradisjonelle klær og hodeplagg, malt på en gyllen bakgrunn med hieroglyfer over.
Veggmaleri fra Tutankhamons grav. Tutankhamon var en ung konge i Egypt, og maleriene i gravkammeret hans forteller historien om reisen hans til livet etter døden.

Di destpêkê de mirî bi şêweyekî taybet dişûştin, pişt re mejî û hinav ji bilî dil derdixistin û ew dixistin hin şerbikên taybet de. Melhem û rûnên curbicur di laşê mirî de didan, pişt re tevaya laş bi paçin dirêj dipêçan. Û di dawîyê de ew kesê mûmyakirî dixistin tabûteke taybet de û wêneyekî wî/wê li ser tabûtê xêz dikirin.

En skinnende kopi av Tutankhamons berømte gullmaske, dekorert med blå striper og fine mønstre slik faraoen i Egypt brukte for over 3000 år siden.
En kopi av Tutankhamons berømte gullmaske, dekorert med blå striper og fine mønstre slik faraoen i Egypt brukte for over 3000 år siden.

Hejmarek ji Fîrewnan, û hin mêrên dewlemend, di pîramîdên bi serê xwe de dihatin veşartin. Li Misirê nêzî pêncî pîramîdî hatine avakirin. Mezintirîn pîramîd di nav wan de ya Keops e, ew jî navê şahê ku têde hatibû veşartin e. Şah Keops di nav salên 2589 û 2566 ên berî zayîna Îsayê Mesîh de desthilatdarî dikir. Ev pîramîd li çola Cîze ye, ku cihekî Ii derveyî Qahîreyê ye, ya ku îro wek paytexta Misirê tê naskirin. Herweha li Geliyê Şahan, ku nezîkî bajarê Luxorê ye, gelek gorên şah û mûmya hatine dîtin.

Gelo tu dizanî?

  • 96% ji xaka Misirê çol e.
  • Dirêjiya çemê Nîl 6500 km ye.
  • Pîramîdên Misirê yek ji heft tiştên nuwazeyên cîhanê ye! (Gelo tu dikarî her şeşên din diyar bikî?)
  • Bilindahiya pîramîda Keops dighêje 137m. Û ew ji 2 milyon kevirî pêk tê.
  • Lutkeya pîramîdê ji zêr bû.
  • Hin pîramîdên din ên naskirî jî li Meksîka û Perûyê hene.
  • Di nav demê de dizan gelek zêr û cewher ji pîramîdan dizîne.
Foto av den store sfinxen ved Giza, en monumental steinskulptur med løvekropp og menneskehode, omgitt av ørkensand og med pyramider i bakgrunnen under en klar blå himmel
I det gamle Egypt ble sfinxer laget for å symbolisere styrke, visdom og beskyttelse. De ble ofte plassert ved templer og gravanlegg for å vokte hellige steder. Den mest kjente er den store sfinxen ved Giza–et enormt monument hogd direkte ut av fjellet.