Vêsak

Vêsak cejneke bûdhîzmê ye ku di roja heyva tijî ya nîsan an gulanê de tê pîrozkirin. Di Vêsakê de, bûdhîstên li seranserê cîhanê jiyana Bûdha bi bîr tînin. Di Vêsakê de rojbûna Bûdha, hişyarbûna wî û mirina wî tê pîrozkirin.

Bûdha berî zêdeyî 2500 salan ji dayik bû. Navê wî yê rastî Siddhartha Gautama bû, û ew mîrek bû. Tevî ku her tiştê wî hebû jî, ew ne dilşad bû, ji ber ku wî didît ku gelek mirovên li derdora wî di rewşeke xerab de bûn. Gelek kes nexweş, kal, xemgîn an jî li ber mirinê bûn. Ji ber vê yekê, wî biryar da ku dev ji jiyana xwe ya xweş ya mîrîtiyê berdê da ku fêr bibe ka çawa mirov dikarin jiyaneke çêtir bijîn. Wî nêzîkî şeş salan bi fêrbûn, fikirîn û medîtasyonê derbas kir.

Illustasjon av prinsen Siddhartha Gautama i hagen
Bûda wek mîrekî ji dayik bû û jiyaneke dewlemend û parastî jiya.
Painting depicting the life story of Shakyamuni Buddha. Buddha Meditating Under The Bodhi Tree. Kep. Cambodia.
Bûda demek dirêj di bin darekê de rûnişt û meditasyon kir.

Di dawiyê de, dema ku ew di bin dareke mezin de rûniştibû, wî bersivên ku lê digeriya dîtin. Wî fêm kir ka çawa mirov dikare jiyaneke xweş bijî û dilşad be. Ew wekî Bûdha hate nasîn, ku tê wateya “Yê Ronîkirî”. Ronîbûn tê wateya bi rengekî zelal fêhmkirina tiştan. bûdhîst vê yekê wekî hişyarbûna Bûdha bi nav dikin. Ji mîrîtiyê ber bi Bûdha ve.

Bûda mayîna jiyana xwe tiştên ku keşf kiribû fêrî yên din kir. Wî fêrî mirovan kir ka çima di jiyanê de dilsozî û dirustî girîng e. Piştî mirina Bûda, fêrkirinên wî zindî man. Ev fêrkirin îro wekî bûdhîzm têne naskirin.

Dema ku bûdhîst cejna Vesakê pîroz dikin, ew diçin perestgehan û guhdarî rahîban dikin ku behsa jiyana Bûdha dikin. Perestgeh bi kulîlkan têne xemilandin, û mûm û bixûr têne vêxistin. Kulîlk hemû bîranîna wê yekê ne ku Bûdha di baxçeyekê de hat dinyayê. Kulîlka lotusê di bûdhîzmê de cihekî girîng digire. Dema ku Bûdha heft gavên xwe yên pêşîn di baxçeyê de avêt, kulîlkên lotusê di şopên wî de şîn bûn û lingên wî parastin. Di perestgehê de, budhîst li ber gorîgehên ku peykerên Bûdha li ser wan hene, ji bo rêzgirtina Bûdha, Dharma û Sangha xwe ditewînin. Gelek budhîst diçin perestgehê da ku xwarinê bidin rahiban. Hin ji wan meditasyonê dikin, pere an tiştan didin perestgehan û kesên hewcedar. Herwiha pêşkêşkirina av, birinc û fêkî li ber peykerên Bûdha tiştekî asayî ye.

Adet heye ku xanî, mal û perestgeh bi fener û alayên bûdhîstî bêne xemilandin. Li hin cihan, fener jî ber bi ezmanan ve têne şandin. Gelek kes kartên Vesakê dişînin û cejna Vesakê li hev pîroz dikin.

Film om koreansk Vesak

I Sør-Korea feires Buddhas fødsel med et stort opptog i hovedstaden Seoul.

Lær mer om hinduismen

Alle bilder er hentet fra Adobe Stock