Divali // Dîvalî

Dîvalî rojeka pîroze li ola Hînduism ê de.
Dîvalî cejna ronahiyê ye. Ronahî harîkariya xudayan diket ji bo ku tariyê ron biket. Kiryarên baş dê serkevin û kiryarên xirab dê bikevin. Xemlandina dergehî bi zînet û ronahiyê bi vî awayî xêrhatina mêhvanan û xwedayên başiyê tê kirin. Divê ruhên xerab ji dûr ve bêne girtin.

Dîvali ne bi tenê rengekê taybet, belko bi gelek rengan tê pîroz kirin. li gelek ciha bi gelek rengan tê pîroz kirin. Cejna dîvalî li domahiya miha oktober ê û di destpêka novemberê de tê pîroz kirin. Malbat di dîvaliyê de xwe di xemilînin bi cilên can. Gelek ji wan destên xwe xena dikin.
Asayie ku cejnê li gel malbat û hevalan bikin. Xwarina xweş, kêk û şirînahiyê pêkve dixun. Gelek ji wan xelatan didin hev du. Hindek ji wan teqteqoşka di avêjin.

Hindu bi gelek xudayan bawer dikin. Lakşmî xudawenda ronahiyê, dewlemendî û dewlemendîyê ye. Daxwaza hindu ya eve ku Lakşmî sera wan bidit li dîvaliyê de. Çunku ew dê ruhên xirab derêxit. Dîvali wekî bîrhatinekê ye ji bo vegerana xudayan Rama û Sîta piştî çend salên mişextiyê.

Di cejna dîvalî de hindu dua diken og xelatan didene xudayên xwe. Di bêjnê puja. Xwarin, vexwarin, ronahiyê û bêhna xweş belav dikin. Gelek jî dawet û stranan di bêjin. Asayi ye ku peykerên xudayên xwe paqij û bijîn biken û bi potra rengîn di xemlînen. Di dîvaliyê de gelek diçin perstgehê û seredana hevalan diken. Dîvaliyê li êkdu pîroz dikin û kartên-dîîvalî ji bo êkdu di hinêrin.

Lær mer om hinduismen