Hinduismen // Hindûîzm
Hindûîzm yek ji kevintirîn olên cîhanê ye.Her Kesê ku bi Hindûzmê bawer bike jê re dibêjin Hindî. Hindûîzm ola herî mezin a sêyemîn li cîhanê.

Troen: Bawerî
Hindî bawer dikin ku her tişt di gerdûnê de pêkve girêdayî ye û bi hindek yasaya tê birêvebirin. Mirov, ajel û rowek xwedî karên taybetî ne, ji vê re dharma tê gotin.
Hindî bawer diken ku her tiştê ji dayîk bibe, dimire û careka dî ji dayîk di bîteve, ji vê re samsara tê gotin. Heger tu jiyanek xweş bijî, tu dişê ji dayîk ne bîyeve. Hingê tu ji jiyana li ser rûyê erdê azad dibî, û dikarî li gel xudayan bijî, ji vêre moksha tê gotin.
Guder: Xwedan
Di Hindûîzmê de bi mîlyonan xuda û gelek kevneşopî û çîrokên cûda hene. Hindek xuda bi taybetî girîng in, wek mînak xudayan Brahma, Vishnu û Shiva. Brahma xudayê ku cîhanê çêdike û li ser hemû tiştên hatîne çêkirin hukum dike. Vishnu xudayê ku dinyayê diparîze û qedera mirovan kontrol dike. Xudayê Shiva hemû jiyanê di hilweşîne, lê di heman demê de ew e ku jiyana nû ji nû ve çêdike. Her çende gelek xweda hene, Hindûyek dê bêje ku hemî xuda bi rastî pirsgirêkek cîhanê Brahman in. Ew hêzek e ku di her tiştê ku dijî de heye.

Hinduistiske templer: Perstgehên Hindî
Perestgeh ji bo Hindyan xanîyên giyanî ne. Awayê sêwirandin û xemilandina perestgehan ji cîhekî bo cîhekî diguhere, lê wêne û peykerên xwedayan li her derê hevpar in. Her perestgehek Hindî ji bo rûmeta yek ji xwedayan tê avakirin, lê dibe ku peyker an wêneyên çend xwedayan tê de hebin.


Hellige tekster // Nivîsarên pîroz
Di Hindûîzmê de gelek nivîsarên pîroz hene. Ew qala wê yekê dikin ku di jiyanê de çi rast û çi xelet e û ku divê Hindî çawa ola xwe pêk bînin. Gelek ji wan nivîsaran ji çend hezar salî kevintir in. Gelek Hindî dema ku serdana perestgehê dikin guh didin nivîsarên pîroz. Dûv re Brahman in ku nivîsaran ji wan re dixwînin. Brahman keşîşek e.


Puja // Puja
Puja tê wateya perestina Xwedê. Hindî dikarin xwedayan li perestgehekê, li malê li gorîgehekê an jî li derve perest bikin. Puja li ber peyker an wêneyên xwedayan tê kirin. Hindî peykerên xwedayan dişon û kulîlk, xwarin û şîr li ber wan datînin. Xelk mûman vêdixin, buxûrê dişewitînin, distirên û dua dikin.

Hverdagsliv // Jiyana rojane
Lênêrîna hemû zindiyan di Hindûîzmê de girîng e. Ji ber vê yekê, qaîdeyek girîng ev e ku divê mirov zirarê nede tiştekî zindî. Ga pîroz tê hesibandin. Ga şîr peyda dike, ku mirov hewcedarê wê ne. Mirov dema ku em pitik in şîrê dayikê vedixwin, lê di tevahiya jiyanê de şîrê ga vedixwin. Hindî ga wek dayikek ji bo her kesî dibînin. Ga gelek erkên girîng hene, ji ber vê yekê gelek kes di Hindûîzmê de bi ga re têkiliyek nêzîk hene û ji ber vê yekê naxwazin goşt bixwin.
Hindûîzmê şêwazek jiyanê ye. Ya girîng ew e ku hûn çi dikin, ne baweriya we. Nîşandana rêzgirtinê girîng e, bo nimûne, girîng e ku mirov rêzê li kesên mezintir bigire. Dema ku zarok bi kesên pîr an endamên malbatê re hevdîtin dikin, ew bi girtina destên xwe li hev û silavkirina wan rêzê nîşan didin. Di berdêla vê de, zarok bereketê distînin.

Hinduenes høytider og ritualer // Cejn û rêûresmên Hindî
Hindî çend cejnên cuda hene. Zehmet e ku mirov bihejmêre ka çend cejn hene. Cejnên piçûk hene ku li deverên cuda têne pîrozkirin û cejnên mezin hene ku li seranserê cîhana Hindî têne pîrozkirin. Cejn dikarin li ser bûyerên mîtolojîk û rojane an jî herduyan bin. Dîvalî û Holî du cejnên Hindûîzmê ne. Dîvalî cejneke roniyan e. Ronahî alîkariya xwedayan dike ku tariyê belav bikin û îradeya qencî li ser xerabiyê bi ser bikeve. Holî cejneke rengan e. Holî destpêka biharê nîşan dide û tê texmînkirin ku hemî reng bi cûrbecûr nebatan rengîn daxwaza salek nû sembolîze dikin.


Rêûresmên derbasbûnê di Hindûîzmê de girîng in. Merasîm an kiryarên cûrbecûr veguhestina Hindûyan ji qonaxek jiyanê bo qonaxek din nîşan didin, wek ketina zewacê an veguhestina ji zaroktiyê bo mezinbûnê. Guhertinek din di rêûresma têla pîroz de tê nîşankirin. Di vê rêûresmê de, zarokên kur têlek sor li dora lepê wan tê dayîn. Ew di olê de têne pêşwazîkirin û naha amade ne ku metnên pîroz fêr bibin. Cejn û rêûresm li welat û herêmên cûda û ji kesek bo kesek bi cûda têne pîrozkirin û nîşankirin.

Hellige steder for hinduer // Cihên pîroz ji bo Hindiyan
Gelek Hindî li Hindistanê dijîn. Ji ber vê yekê, gelek cihên li Hindistanê ji bo Hindûyan pîroz in. Hindî bawer dikin ku li cihên pîroz bûn rizgariyê tîne. Çemê Ganges û rêzeçiyayên Hîmalaya wekî îlahî têne hesibandin. Hindî bawer dikin ku xwedayê Şîva bi Hîmalaya û Çemê Ganges ve girêdayî ye. Serşuştina di Ganges de kiryarek ayînî ye. Ew paqijkirin û xilaskar e. Gelek kes wekî hecî diçin Ganges û bajarê pîroz Varanasiyê da ku ayînan pêk bînin.


Å bade i Ganges er en rutuell handling. Serşuştin li Ganges kiryarek ayînî ye..

En mann sitter i sin robåt på elven Ganges ved byen Varanasi i India. Zilamek di qeyika xwe de li ser Çemê Ganges nêzîkî bajarê Varanasiyê li Hindistanê rûniştiye.
Lær mer om hinduismen
-
Bildekort: Divali
Bildekort med ord, bilde og lyd som handler om høytiden Divali
-
Divali // Dîvalî
En kort lesetekst med bilder og lyd om lysfesten Divali
