Budîzm

Denne teksten finnes på flere språk. Tanken er at teksten skal være et supplement til andre læremidler og andre aktiviteter i opplæringen. Det er altså ikke meningen at disse ressursene skal stå alene, men at de kan brukes i innledning til arbeid med temaet.

Teksten kan, for eksempel, brukes sammen med tospråklig lærer for å aktivere elevenes kunnskaper om temaet, og å bidra til at eleven lærer fagspråk.

Budîzm li Bakurê Hindistanê di berî 2500 salan derket.

Olî bi kesekî dest pê kir ku navê wî Siddharta Gautama bû.

Illustrasjon som viser Buddha som liten gutt med en gloria rundt hodet. Det er i en hage med trær og lotusblomster. Rundt han står damer i fargerike klær
Bûda wekî prinsekekê ji dayik bû û jiyana dewlemend û parastî hebo.Li gorî kevneşopiya budîstî, dema ku Buda hat bûyînê dikaribû pêya bi çît, û dema ku ew hêvta pêxulên xwe berdan, li pêxulên wî gulên lotûs mezin bûn.

Bûda

Sîdarta Gautama mirek bû. Ew ji malbatek dewlemend bû û jiyaneka baş dijî di qesrekê ve. Rojekê ew ji derveî qesrê bû, wî kesek nexweş, kesek pîr, miriyek, û asketek dît. Asketek kesek e ku jiyana hêsan hilbijêrtiyê. Tiştê ku mîr li derveyî qesrê dît, wî biryar da ku ji qesrê, jina xwe û zarokê xwe yê nûbûyî koç bike. Ew dixwest wekî asketek bijî. Asketîyan bawer diken ku heke ew jiyanek hêsan bijîn ew dikarin bêtir fam bikin û zêde bizanin û bibin hîkmet mezintir. Sîdarta çû seredana çend asketiyan û gelek ji wan fêr bû . Pir rojî digirt û midîtêre di kir.

Medîtasyon tê vê wateyê ku mirov bi temamî bêdeng rûnin û hewl bidin ku li ser hîç tiştek nefikirin. Sîdarta piştî ku 6 salan wek asketî jiya, dîsa jî xuya nedikir ku tu bersivek peyda bibe, ew zêde zana nebû. Paşê biryar da ku ew ê li binê darekê rûne û heta ku zana nebe ew ê careke din ranebe. Piştî çar rojan di bin darê de, Sîdarta ji nişka ve fêm kir ku cîhan çawa ye. “Min azadî dît,” wî fikirî. Niha ew bû Bûda. Buddha peyvek Hindî ye ku tê wateya “yê ku fêm dike”.

Malt illustrasjon av Buddha som sitter i lotusstilling under et tre
Piştî çar rojan di bin darê de, Sîdarta ji nişka ve fêm kir ku dinya çawa ye û ronahî bû. Ew bû Bûda

Bawerî

Bûda xwedê nebû, lê mirovek zîrek bû ku gelek tişt fêm dikir. Bûda mirov fêr dikirin çima girîng e ku di jiyanê de baş û rastgo bin. Piştî mirina Bûdayî fêrkarîyên we berdewam bûn. Ev fêrkarîyê ku em îro wekî Budîzm nas dikin ev fêrkarîyê dharma jêre tê gotin.

En illustrasjon av Buddha som forteller sin vidsom til andre.
Bûda mamoste bû û ji mirovan re dipeyivî ku ew jî çawa dikarin bibin ronakbîr û jiyanek xweş bijîn.

Bûdîst ji nûbûnê bawer dikin. Bûdîstek bawer dike ku gava mirov dimirin mirov ji nû ve çêdibin. Tiştê ku mirov di vê jiyanê de diken diyar diket ku dê jiyana din çawa bît. Ger mirov di vê jiyanê de ne baş bin, mirov ê di jiyana xwe ya pêş de demek dijwar derbas bibin. Ev fêrbûne jê re karma tê gotin.

Bûda ji mirovan re got ku li dinyayê gelek pirsgirêk hene, gelek êş hene û barodoxê gelek kesa jî nexweşe. Bûda jî got mirov dikare çarekê bo hemî nexweşya bibînê. Mirov dikarin bêtir têbigehin, xwe baştir bikin, nefretê nekin, bi xirabî hizir nekit, çavbirçî nebit û her dem daxwaza bitir bikit. Ger mirov bikaribe vî karî bike, dikare azad bibe û demeke xweş derbas bike. Bûda ji vê azadiyê re dibêje nîrvana. Nirvana rizgariya tam ji êş û ji nû ve zayînê ye. Ew rewşa bextewariyê, hevahengî, azadiya tevahî û dil baqijî û pakiyê.

To hender som holdes med håndflatene mot hvernadre. Armene løftes opp og hendene holdes foran solen, slik at noen solstråler lyser igjennom fingrene.
Armanca Budîzmê eveye ku bigehê Nîrvana. Jiyanek xweş, aram û zelal.

4 rastiyên hêja

Zanîbûna Bûda biçar ristan tê kurt kirin. Li ser, bo çi ewende îza û nexweşî li def mirova hene û çawa dê guhorîn.

1- Hemû tiştekê êş û îza din nav de heye.
2- Îza li cem mirova heye ji ber ku mirov her tim çav birçiye û neraziye. Mirov tu carî çavtêr nabê.
3- Eger mirov çavtêr be, îza û nexweşi jî na mîne.
4- Eger mirov bixwaze îzayê û nexweşyê nehêle, gerek mirov li dûv van heşt rêkên-hawbeş. biçe.

Ger em mirov bixebitin ku bêtir fêm bikin, em ê jiyanek çêtir hebe û êş dikare bi dawî bibe.

Riya 8-beşî

Bûda dibêje: gerek mirov xeletiyên di jiyana xwede têbige berî jiyana xwe çareser bike. her wesa Bûda got, gerek mirov li dûv wan heşt rêkên- hevpişk biçe heta bigehe nîrvana

Hebûna zanyariya rast. Têgehiştina wan 4 rastiyên paqij, yasaya karma û nû zayhiyê.
Hizra rast hebe. Bi viyan hizra mirovan kirin, dan bêy ku hizra beraberî.
Peyvên dirist bikin. Rastgyî, ne paşgotin, direw û veguhastina peyvan.
Kiryarên rast bikin. Li dûv van 4 tişta herin.
Dest ji kuştinê berdin.
Dest ji diziyê berdin.
Dest ji xiyaneta hevjîniyê berdin.
Dest ji direwa berdin.
Dest ji serxweş bûnê berdin.

1- Jiyanek dirist hebe. Karekê paqij hebit, ne dirav komkirin bi rengekê pîs, bo nimûne dizî, kuştin yan xapandina mirovan.
2- Hewildaneka rast. Ji dil hewildan û karkirin ji bû ku xew baştir û zanatir bikî ji kesên din.
3- Hişê xew kom bikike li ser karê to dikî. Xwe rehwan bike ku hizra te li ser wî şolî ew şolê to bikî.
4- Hizir komkirin li tiştê to dikî. rehwan bike ji bo aramiyê di mêşik û dilê te da, mêşkê xwe û dilê xew bi hêz bike.

Et tegnet hjul med åtte eiker som illustrerer dhramahjulet i Buddhismen
Dharmahjulet er et vanlig symbol på buddhismen. De åtte eikene symboliserer den åttedelte veien til nirvana.
Dharmahjulet sîmbuleka asayi ye li bbuddhisne de. Ev heşt rexên di vê xelekê de nîana rêya nîrvana ye.

Nivîs û sembol

Gelek nivsandinê pîroz hene di nav budîsmê de. Ev nivsandine li ser jiyana û zanistina Bûda ye. Zanistina Bûda di pêşiyê de tenê bi gotin hatiye belv kirin, anko ji mamosta bo xwênkarî. Piç û piç bi pêwîst zanîn ku ev gotine bibe nivsandin da ku wenda nebe.

tibet monk buddhist book prayers written language
Rebenên û rahîb budismê her tim ji wê nivsandina pîroz dixwînin ji berdewam bûna zanistina buddha yé.

Keşe û rahibên budismê her tim ji wê nivsandina pîroz dixwînin ji berdewam bûna zanistina Bûda yé.

Li peristgeha buddhiya de peykerê mezin ê buddha heye, û gelek ji wan honerekê pir bihane.

The Giant Golden Buddha in Wat Paknam Phasi Charoen Temple in Phasi Charoen district, Bangkok urban city, Thailand.
Di vî wêneyê de peykerekê zêrî ê zebelih buddha li nav peristgeheka bacarê Bangkok li Thailand heye.

Peykerê Bûda li dîwana gelek peristgeha heye. Li wî cihî her tim peristkarî puja û zanistina Bûda tê pêşkêş kirin bi rengê stran, hizir kirin û golan dikin qurbanî û bêhna xweş belav dikin.

Bilde viser et alter i et tempel med mange blomster og buddhastauer og bilder.
Di vê wêneyê de dîwana peristgehê nîşa didit li gel gelek peykerên buddha, gul û wêne

Piraniya buddiya peykerê buddha heye li mal. Şemalkekê heldikin û gulan dixin beramberî peykerê-buddhay. Hindek ji wan buddhiya her tim mijolê nivêjanin.

Bilde av et budddhistisk tempel på en solfylt dag med blå himmel
.Di wêneyê de perestgeheke Bûdîst ya kevnar ya li Şanghaî ya Çînê nîşan dide.

Rahîb û rahibe

rahîb û rahibe yên buddiya taybetmendên wanin. Ew gelek li ser nivsandina pîroz dixwînin. Hizrê dikin, û wéna didin li ser zanistiya Buddha. Ew gelek tişt nîne, tené têra pêdawîstên xwe hene. Jiyana xwe li ser xwarin û diyariyên ku xelk didê wan dikin.

Bilde av to munker ikledd orange klær
Ev wênê du rebenanin ku silaî li êkdu dikin li peristgeheka
buddhî li Asia.

Lær mer om Buddhismen


  • Tekstene er utviklet av Veilederkorpset i Stavanger og etter avtale tilrettelagt, bearbeidet og oversatt av morsmål.no
  • Alle bilder er hentet fra Adobe Stock