Den kristne påskefortellingen // Çîroka cejna hêkênsorkirî ya Xirîstiyan

Denne teksten finnes på flere språk. Tanken er at teksten skal være et supplement til andre læremidler og andre aktiviteter i opplæringen. Det er altså ikke meningen at disse ressursene skal stå alene, men at de kan brukes i innledning til arbeid med temaet.

Teksten kan, for eksempel, brukes sammen med tospråklig lærer for å aktivere elevenes kunnskaper om temaet, og å bidra til at eleven lærer fagspråk.

Dema Îsa mezin bû, wî bi 12 şagirtên xwe re li derdorê geriya û ji hemû mirovan re li ser Xwedê  diaxivî. Îsa mirovekî dilovan bû ku alîkariya belengazan û nexweşan dikir. Wî gelek heval çêkirin, lê hinek jî dijmin. Hinek rêberên Welat hez nedikirin ku gel ji wan bêhtir guh bidê Îsa. Ew ditirsiyan ku Îsa pir bi hêz bibe.

Yekşema şaxê xurmeyê

et maleri av jesus som ris på et esel. Personer riundt ser på han og har palmeblader i hendene

Yekşema berî cejna hêkênsorkirî, Îsa û şagirtên xwe ji bo pîrozkirina cejna hêkênsorkirî çûn Orşelîmê. Ji du şagirtan xwest ku kerekî jê re bibînin. Îsa li kerê siwar bû û berê xwe da Orşelîmê.

Li wê derê mîna kralekî hat pêşwazîkirin. “Hosanna, Hosanna, kralê me hat!” Wan bi qasî alayan şaxên xurmeyan dihejandin.

Hosanna tê wateya “her bijî”.

                                                                                                                                                           

Pêncşema pîroz – Civata Xiristiyanan tê destnîşan kirin

Et bilde av jesus som vasker føttene til sine desipler.

Vê êvarê Îsa û şagirtên xwe bi hev re xwarina cejna hêkênsorkirî xwarin. Di wê demê de şûştina lingan, berî ketina malê de, gelemperî bû. Ji ber ku bi lingên rût dimeşiyan an jî bi solên vekirîn digeriyan û piştre lingên wan pir gemarî dibûn. Îsa li ber deriyê malê lingê hemû şagirtên xwe şuşt. Ji bo ku nîşan bide ku divê her kes alîkariya hev bike.

Fotografi av Leonardo da Vincis verk Jesu siste måltid laget som mosaikkkunst

Dema ku wan xwarin dixwar, Îsa got: “Gelek dema min nemaye ku ez bêm girtin û kuştin.” Wî her weha got ku ew dizanê yek ji şagirtên wî dê alîkariya leşkeran bike ku wî bigirin.

Et foto av en altertavle i en kirke som viser Judas kysse Jesus på Skjærtorsdag

Cihûda, ku yek ji şagirtên Îsa ye, bawer kiribû ku Îsa wê bibe kralekî dewlemend û xurt. Dema wî dît ku Îsa ne xema pere û hêzê ye, ew ji Îsa aciz bû.

Piştî xwarinê bû derengê şevê. Îsa hemû şagirt bi xwere birin baxçeyekî. Li wir Îsa ji Xwedê re dua kir. Cihûda leşker birin baxçe û Îsa nîşanî wan da. Ji bo vê Cihûda 30 perê zîv stendin. Îsa dizanîbû ku Cihûda dê wisa bike, ji ber wê ew bi dilxwazî ​​bi leşkeran re çû.

Îna pîroz, dadkirin, çarmixkirin û veşartin

 Îsa nas kir ku ew ê bimire. Xwedê ev yek berî demeke dirêj plan kiribû. Berî ku Îsa werê ser rûyê erdê wî dizanîbû ku ev çarnûsa wî ye. Ew ji bo ku cezayê hemû mirovên gunehkar li xwe bigrê jidayikbû û niha dem hatibû. Leşkeran Îsa birin cem rêberên xwe. Wan bawer nedikir ku Îsa kurê Xwedê ye. Wan digot: “Divê ew bimire, ji ber ku ew xwe wekî kurê Xwedê dibîne.” Wan Îsa li cihe ku jê re digotin Golgata çarmixkirin. Îsa li wir mir.

Et maleri av tre personer på tre kors.  jesus på korset. maleri av mennesker som er samlet rundt.

Beriya niha bi qasî 2000 sal, ev yek rêbazeke hevpar a cezakirina sûcdaran bû. Ew roj ji bo şagirtên Îsa û hemû hevalên wî rojeke reş bû. Lê wan nizanibû ku Xwedê ji bo wan surprîzek nuwaz amade kirîye. Şîna wan dê kurt ba.

Êvara cejna hêkênsorkirî – Cîhê veşartinê bi dijwarî tê parastin

En grafisk fremstilling av jesus grav

Piştî mirina Îsa, hevalên wî ew xistin şikeftekê. Ûsif şikeft dabû wan.

Ûsif dixwest ku Kurê Xwedê vê diyariya dawî ji wî bistîne. Wan kevirekî mezin gir kirin û dan ber devê şikeftê. Rêber du leşker şandin ku nobetê li gorê bigirin da ku kes neyê û laşê Îsa nedizê.

Roja yekem ya cejna hêkênsorkirî

Zû li serê sibeha Yekşemê erdhejek çêbû. Firîştek ji asîmên daket xwarê û kevirê ku li ber devê şikeftê sekinî bû, gerand. Dema nobedaran firîşte dîtin, bi terorê hejiya û reviyan.

Piştî demekî yek ji hevalên Îsa, Meryema Mejdelanî, hat. Gava wê dît ku kevir ji cih çûye, ew kete hundurê şikeftê. Di hundurê şikeftê de wê firîştek dît. Firîşte ji wê rê re got, “Îsa ne li vir e, ew dijî! Here ji hemû hevalên wî re bêje ku ew ê wî dîsa bibînin!” Meryem keyfxweş bû. Îsa ne miribû. Ew zindî bû! Wê şûnde bazda da ku mizginîyê bigihînê hevalan.

En tegning av engelen Gabriel som forteller kvinnene ved graven til Jesus at graven er tom

Roja duyemîn a cejna hêkênsorkirî

Di destpêkê de kesî ji şagirtên Îsa ji Meryema Mejdelanî bawer nedikir. Lê wê rastî digot!

Roja duyemîn a cejna hêkênsorkirî, Îsa vegeriya ku wan bibîne. Îsa bi rastî jî ji nav mirîyan rabû.

Roja hilkişînê

Piştî çil rojan, Îsa şagirtên xwe birin cihekî nêzîkê çiyayekî mezin. Wî destê xwe rakir û ew pîroz kirin. Îsa got «Ji hemû mirovan re behsa min bikin». Piştre ew dîsa hilkişîya asîman.

Ji vê rojê re em dibêjin “Roja hilkişînê”. Îsa di nav ewran de winda bû. Şagirtên wî matmayî mabûn û demek dirêj li asîmana nêrîn.

Ji nîşka ve du pirîşte di nav wan de xuya kirin. Pirîştan pirsî “Çima hûn hîn li virin û li ewran dinêrin?”. «Îsa ber bi asîmana ve hilkişîya. Rojekê ew ê vegere ser heman rêyê wî we berda».

paşê şagirt bi dilxweşî vegerîyan bajêr. Îsa gelek tişt fêrî wan kiribûn. Tû car ji bîr nakin ku wî digot, “Hûn xema nexwun û netirsin. Bawerîya xwe bi Xwedê û bi min bînin. Li mala Xwedê cih gelek heye. Ez ê ji bo we cihekî amade bikim. Rojekî ez dê vegerim û we bi xwe re bibim dera ku ez lê jiyan dikim».

Et maleri som viser Jesus snakke til displene

Illustrajoner fra Adobe Stock