Samenes nasjonaldag // Gelê Samî
Hejmara gelê samî di nav 60 – 70 hezar kesî de ye. 17.000 ji wan li Swêdê dijîn, 7.500 li Finlandiyayê, 2.000 kes li Rusyayê, û nêzî 40.000 kesên samî li Norwêcê dijîn, ku piraniya wan li bakurê Saltfjelletê an jî li bajarên mezin, mîna Osloyê ne.

Samî ji gelên resen in
Samî ji gelên resen in, ev tê wateya ku ew li deverên bakurê Norwêcê, Finlandiya, Swêd û Rusyayê bo demeke dirêj dijîn. Ew ji berî ku sînor di nav welatan de bên danîn li wan deveran in.
Piraniya caran gelên resen xwediyên çandeke taybet ya bi serê xwe ne, ku ji çanda welatê di nav wan de dijîn cuda ye. Gelek gelên din ên resen li cîhanê hene. Wek nimûne gelê Kurd. Kurd gelekî resen e ku îro li ser xaka xwe di nav dewletên weke Îran, Îraq, Sûriyê û Tirkiyê de jiyan dikin.
Pêşbirka Xezalên Ren
Ev pêşbirk werzîşeke gelêrî ye, li nav gelê samî yên ku ev cureyê xezalên ren li cem wan hene. Di hin pêşbirkan de, kesê beşdar şematokan dixe bin lingên xwe de û xezala ren wî bi çend werîsan bi dûv xwe de dikişîne. Renê herî lezgîn di seetekê de 60 kîlometran dibezin. Her sal şampiyoniya pêşbirka renan li Norwêc û herwiha ya Bakurê Skandînavyayê tê lidarxisten.

Cejna Niştmanî ya Samîyan
Cejna Niştimanî ya Samîyan di 6ê sibatê de ye. Ew cejna hevbeş a tevaya samîyên Norwêc, Swêd,Finlandiya û Rûsya ye. Aheng bi helkefta bîranîna salvegera lidarketina yekemîn civîna samîyan, ya ku di 6ê sibata 1917an de li Trondheim bû, tên lidarxistin. Di wê civînê de yekemîn car samîyên Norwêcê û yên Swêdê gihiştin hev, da pev re kar ji bo kêşeyên samîyan ên hevbeş bikin.
Roja Niştimanî ya Samîyan di heman demê de roja ala fermî li Norwêcê ye, û roja cejnê bi bilindkirina ala Samîyan û ya Norwêcê tê pîrozkirin. Li hejmarek ji deverên Norwêcê aheng di vê rojê de çêdibin. Li Tromsø, bi dirêjahiya hefteyekê aheng didomin, tê de çalakiyên curbecur mîna ahengên muzîkê û pêşbirka ren tên lidarxistin. Sirûda niştimanî ya samî ‘Sámi soga lávlla’ ye, ku tê wateya “strana gelê samî”.
Em di roja niştimanî ya samîyan de dibêjin «Lihku beivviin!». Ev tê wateya “Roja we pîroz be!”
Alaya Samîyan

Motîva alaya samîyan îlham ji helbestên gelêrî wergirtîye, ku samî wek keç û kurên rojê tên diyarkirin. Glovera di alê de nişana roj û heyvê ye. Perlementoya Samîyan e ku biryara bikaranîna alaya samîyan dide. Roja 6ê sibatê em dibêjin “Lihku beivviin!”, ku tê wateya “Roja we pîroz be!”

Zimanê Samîyan
Zimanê samîyan ne zimanekî xweser e, lê komek ziman ku ji 11 zimanên cuda pêk tê ye. Zimanê Samî di heman malbata zimanê Finlandî, Estonî û Macarî de ye. Samîya Bakûr, mezintirîn koma zimanê Samî ye. Samîyên Norwêc, Swêd û Finlandiayê zimanê “Samîya bakûrî” diaxifin. Êdî nema “Samîya başûr” di nav gelek malbatan de wek zimanê rojane tê axaftin. Rewşa zimanê “Samîya lûleyi” hinekî baştir e, ji ber ku zarok zimanê xwe hem li malê û dibistanê fêr dibin.
Bures (wek bores tê bilêvkirin) tê wateya ‘Silav’ di samîya bakûrî de.
Gotinên “‘”lavvo”’” û “pulk”, ji zimanê Samî derbasî zimanê Nowecî bûne.
