Advent
Advent ji çar hefteyên paşîn ên beriya sersalê re tê gotin. Advent, di eslê xwe da amadehîya pîrozbahîya cejneke mesîhî ya ku ji bo jidayîkbûna Îsa ye. Peyva Adventê di bingeha xwe da tê wateya “Xwedê tê”. Di roja me ya îroyîn da, mesîhî bin yan nebin jî, vê rojê pîroz dikin.
Di dema Adventê da her mirovek li gorî xwe, xwe ji bo Noelê amade dikin. Gelek mirov mala xwe dekore dikin. Di dema Adventê da li dibistanan û baxçeyê zarokan gelek çalakî tên lidarxistin. Rengê Adventê bînevşî ye.
Kulîçeyên Noelê
Di dema Adventê da gelek kulîçeyên Noelê çêdikin. Li gorî kevneşopîyê divê yek heft cureyên kulîçeyan çêkê. Lê kirîna kulîçeyan a ji marketan jî gelekî belav e. Ji heft cure kulîçeyan yek jî kulîçeya bi zencefîle. Hin mirov ji wan ji kulîçeyên bi zencefîl xanîyên biçûk çêdikin.
Li bajarê Bergenê her sal mezintirîn bajarê ku ji kulîçeyên bi zencefîl tê amadekirin. Dibistan, baxçeyê zarokan, kargeh an jî şexsî, xanîyê kulîçeyên xwe ku çêkirine didin sazîyeke. Sazî ku bi wan kulîçeyan ‘bajarê kulîçeyên bi zencefîl’ sererast û pêşkeş dike.
Hunergeha Noelê
Gelek kes di dema Adventê da hunergehên Noelê amade dikin. Bi saya hunergehê heval û malbatên xwe vedixwînin û bi hev ra demeke xweş derbas dikin. Di hunergehên Noelê da xemlên Noelê, dîyarîyên Noelê û qertên Noelê tên amadekirin. Hinek kes di hunergehên Noelê da stranan dibêjin û muzîka Noelê guhdar dikin.
Şahiya bidawîbûna Noelê
Dibistan, baxçeyê zarokan, kulubên werzişê û komele di dema Adventê da çalakîyan li dar dixin. Van çalakîyan weke şahiya bidawîbûna Noelê binav dikin.
Konsert û şahîyên Noelê
Gelek stranbêj û hunermend konsert û şahîyên Noelê amade dikin. Ev çalakî bi gelenperî li dêrê tên lidarxistin.
Bazara Noelê
Bazarên Noelê jî di dema advantê da gelekî tên dîtin. Di bazara Noelê da atmosfereke gelek xweş ku ji çandeke kevn tê heye. Mirov dikare ji vir dîyarî û xwarinên Noelê yên ku bi destan hatine çêkirin bikire.
Salnameya Adventê
Gelek zarok di Noelê da xwedî salnameyekê ne. Di nava salnameyê da bîst û çar dîyarî hene.
Zarok ji serê berfenbarê (desember) heta êvara jidayîkbûna Îsa, her roj dîyariyekî ji bo xwe vedikin.
Di gelek polên dibistanan da jî salnameyên Advantê hene. Her xwendekar dîyarîyeke paketkirî bi xwe ra tînin. Mamoste jî nîşeyên ku navên zarokan li serê ye amade dike – ji bo her xwendekarî nîşeyek. Her roja berfenbarê nîşeyek tê kişandin. Navê kê derkevê dîyarîya rojê didin wî/wê. Salnameya Adventê ya hin mirovên mezin jî heye. Di înternetê da gelek cure salnameyên Adventê tên dîtin. Çanda salnameya Adventê li derdora sala 1920’an da ji Almanyayê hatîye Norwecê.
Mûmên Adventê
Çelengên Andventê, ew mûmdankin ku ji çar mûman pêk tên. Ji bo her yekşema di Advantê da mûmikek heye. Di Adventê da yekşema yekemin mûmekê pê dixin, yekşema duyemîn du mûman pê dixin. Di çaremin yekşema Adventê da her çar mûman pê dixin. Gelek şikil mûmdankan hene; hin ji hesin, hin ji seramîk yan jî hin ji alavên din tên çêkirin. Çanda mûmdanka Adventê weke salnameya Adventê û dara Noelê ji Almanyayê hatîye Norvecê.
Qesîdeyên Adventê
Dema mûmikên Adventê tên pê xistin bi gelenperî di ber ra qesîdeyên Adventê jî tê xwendin. Gelek cure qesîdê Adventê hene. Hûn dikarin li jêr qesîdeyeke naskirî bixwînin. Qesîde ji hela Inger Hagerup hatîye nivîsîn. Di vê qesîdeyê da qala pêxistina mûmikan ji bo hêvî, bêrîkirin, dilşadî û aşîtî ya li ser rûyê erdê tê kirin.
Advent
av Inger Hagerup
Så tenner vi et lys i kveld, vi tenner det for glede.
Det står og skinner for seg selv og oss som er tilstede.
Så tenner vi et lys i kveld, vi tenner det for glede.
Så tenner vi to lys i kveld, to lys for håp og glede.
De står og skinner for seg selv og oss som er tilstede.
Så tenner vi to lys i kveld, to lys for håp og glede.
Så tenner vi tre lys i kveld, for lengsel, håp og glede.
De står og skinner for seg selv og oss som er tilstede.
Så tenner vi tre lys i kveld for lengsel, håp og glede.
Vi tenner fire lys i kveld og lar dem brenne ned.
For lengsel, glede, håp og fred, men mest av alt for fred
På denne lille jord, hvor menneskene bor.