Kjærlighet og seksualitet // Hezkirin û zayendîtî
Evîn hezkirina kesekî ye. Piraniya mirovan kesek heye ku ew jê hez dikin. Ew dikare dê û bav, xwişk û bira an heval be. Tiştekî din jî heye ku jê re evîna romantîk tê gotin, ew evîna ku hûn ji bo evîndar an hevjînê, (hevjîna) xwe hes dikin.

Nêrîn li ser evîna romantîk li gorî welatan û çandan diguherin. Bo nimûne, cûdahiyên mezin hene di awayê dîtina hevjînan de. Li hin deveran, dê û bav ji bo zarokên xwe hevjînan dibînin. Ev yek wekî zewaca rêkxistî tê binavkirin.
Hin dê û bav ji bo kesên ku dixwazin bizewicin çend bijartinan didin zarokên xwe û paşê zarok ji bo xwe hilbijêrin ku herî baş ji kê hes dikin. Li cihên din jî dê û bav bêrî ku ji zarokan bipirsin biryarê didin. Ne qanûnî ye ku mirov li Norwêcê bi zorê bi kesekî re bizewice, lê belê destûr tê dayin ku eger zarok bixwazin pêşniyaran bikin.

Li Norwêcê, gelek tişt hene ku mirov bi xwe kesê/a ku dixwazin pê re bizewicin bibînin. Her wiha gelek tişt hene ku berî ku biryar bidin ku bizewicin, çend hevalên keç hebin. Piraniya mirovan berî ku bizewicin bi hev re dijîn. Ev wekî jiyana hevbeş tê binavkirin. Çaryeka mirovên ku li Norwêcê bi hev re dijîn qet nazewicin, lê bi hev re dijîn û pir caran zarokên wan çêdibin.

Dema ku kurek û keçek evîndarê hev dibin, em jê re dibêjin heterofîlî. Çaxa ku du kesên ji heman zayend evîndarê hev dibin, jê re dibêjin hevezayend.
Li hin welatan, hevzayendî neqanûnî ye û hevzayend dikarin werin cezakirin an jî werin kuştin ger ew wekî hevzayend bijîn. Di nava hin olan de tê gotin ku hevzayendî şaş e.
Li Norwêcê, mirov dikarin bi her kesê ku ew dixwazin re bijîn. Cudahiya li dijî hevzayendan ne qanûnî ye û meke mînak, hevzayend dikarin bi wekhevî bi heteroseksuelan re bizewicin.

Zayend beşek xwezayî ya têkiliyeke evînî ye. Tiştekî xweşik û şexsî ye ku du kes dikarin parve bikin. Lê belê her çend di nava têkiliyeke we de bejî, tu her tim li ser zayendîtiya xwe xwedî kontrol e. Ev tê wê wateyê ku tu biryarê didî bê ka tu dixwazî tecrûbeyên zayendî hebin an na û tu dixwazî bi kê re bibî xwedî. Kesekî din – ne dê û bavê, ne hevjîn an evîndar – mafê wî/wê nîne ku zayendperestiya te kontrol bike.

Têkilîya Zayendî ya ku te razî nebûye, wekî tecawîz tê binavkirin. Li Norwêcê ev neqanûnî ye û dikare bi girtinê were cezakirin. Her wiha bêyî destûra te destdan an hembêzkirina kesên din qedexe ye. Ger guman dikî ku destdan an hembêzkirina kesekî baş e, tu dikarî bi tenê bipirsî.

Ordliste. Ferhengok.
Arrangert ekteskap – Familien velger ektefelle til barna
Zewaca bi rêk û pêk – Malbat ji bo zarokên xwe hevjînan hildibijêre.
Samboer – Å bo sammen uten å være gift
Bi hev re dijîn – Jîyana bi hev re bê zewicandin.
Heteroseksuell – Å forelske seg i noen av motsatt kjønn
Heteroseksuel – Evîndarbûna kesekî ji zayendê dijber.
Homoseksuell – Å forelske seg i noen av samme kjønn
Homoseksuel – Evîndarbûna kesekî ji heman zayend.
Voldtekt – Tvunget seksuell kontakt
Tecawîz – Têkiliya cinsî ya bi zorê.
Tekst og bilde er gjengitt og oversatt med tiltatelse fra Bergen kommune og zmekk.no