Demokrati og diktatur // Demokrasî û dîktatorî
Demokrasî – Bi hev re biryar dayîn
Demokrasi, wekî birêveberiya gel tê binavkirin, gotineke ku ji bo şiklê hukûmetê tê bikaranîn ku derfetê dide mirovan di biryarên girîng da beşdar bibin. Gel bi dengê xwe dikare bandorê li hilbijartinê bike. Demokrasî xwe ji şiklên din ên hukumkirinê cuda dike, mîna diktatorîyê, ku yek mirov biryarê dide. Şiklê birêvebirina hikûmetê ya li Norwêcê bi demokrasîyê ye. Ev wê derfetê dide mirovan ku beşdar bibin û biryarê bidin ka civak dê çawa be. Di mijarên ku zarok û ciwanan eleqedar dikê de, divê ew xwedî mafê axaftinê bin û li wan werê guhdarîkirin.
Demokrasi ji du peyvan pêk tê “demos” ku wateya wê mirov û ji “kratein” ku tê wateya rêverbirî an jî hukumdarî. Fikra rêveberiya gel nêzî 2500 sal berê li Atînayê derkete holê. Li Norwecê gelek partiyên sîyasî ku li ser çawa civak bê birevebirin de xwedî fikrên cuda hene. Dema hilbijartinên parlementoyê çêdibin, hemwelatîyên norvecê yên jor 18 salî dikarin dengê xwe bidin partiya ku nezî xwe dibînin.

Azadîya ramanê
Di demokrasîyekê da azadîya ramanê (îfadekirin) heye. Ango herkes bêyî ku bête cezakirin dikare fikra xwe bêje yan jî binivîse. Ji temenê biçûk û pê da em hîn dibin ku hestên xwe, fikrên xwe û ramanên xwe bînin ziman. Di heman demê da girîng e ku rêzgirtin li hemberî mirovên din yên xwedî fikrên cuda hebe. Her ku tu mezin dibî, divê fikrên te zêdetir li ber çavan werin girtin.
Demokrasî – çapemenîya azad
Di demokrasîyekê da, çapemenî ji bo ku fikrên cuda werin ragihandin tê bikaranîn. Partiyên sîyasî yên li Norwecê çapemenîyê bikar tînin da ku dengê xwe bigihînin gel, bi taybetî berî hilbijartinê. Di televîzyon, rojname, radyo û înternetê da em dikarin li ser nîqaşa sîyatsetmedaran a ku divê civak çawa bê birevebirin bişopînin.

Diktatorî – kêm kes bi rêve dibin
Li hin welatan bi navê dîktatorîyê pergaleke birêvebirinê heye. Di dîktatorîyekê da tene mafê kesek, yan jî kêm kesan heye, ku biryara birêvebirina welatekî bidin. Dij-fikirîna li hember revebirên welat qedexe ye. Kesên ku rexneyekê li dijî rayedaran bejin an jî binivîsin tên şopandin an jî girtin. Hin ji wan jî jo bo ramanên xwe tên kuştin.
Normale ku cudahî di navbera cureyên dîktatoriyê de bê kirin. Li gor rêveber çend kes in an jî kî ne û azadî çiqas kêm e, hinek cure dîktatorî hene:
- Ger desthilatdarî di destê yek mirovî de be, em dikarin qala dîktatorî yan jî otokrasîya yek mirovî bikin, wek mînak li Almanyayê Adolf Hîtler, li Yekîtîya Sovyetan Josef Stalîn, li Îspanyayê Francisko Franco.
- Ger hêz di bin destê kêm kesan da be, weke gelek welatên ku ji hela cûntayên leşkerî yan jî yek partîyê ve tên birêvebirin, em dîkarin qala dîtatorîya hempîşeyîyê an jî olîgarşîyê bikin.
Dîktatorî – tenê dengekî divê bê bihîstin
Di welatên ku dîktatorî de, desthilatdar yan xwedîyê çapemenîyê ye an jî kontrol dike. Rojname, radyo û televîzyon tenê dikarin tiştê ku desthilatdar bixwazin gel bibihîze bibêjin. Destûra axaftinê û nivîstandinê qedexeye. Kontrolkirinia tiştên ku gel dibêjê û dinivîsê ji aliyê desthilatdarê ve, jê re sansûr tê gotin.