Id al-adha // Cejna Qurbanê

Cejna Qurbanê ji bo misilmanên li seranserê cîhanê cejnek e. Ev cejn wekî Cejna Mezin an Cejna Qurbanê jî tê binavkirin. Cejna Qurbanê dawiya hecê ya ber bi Mekkeyê ve nîşan dide. Dîroka cejnê her sal diguhere. Mekke bajarokek li Erebistana Siûdî ye û cihê herî pîroz ê Îslamê ye.

Hec, rêwîtiya pîroz a ber bi Mekkeyê, ku yek ji pênc bingeha Îslamê ye. Her misilmanekî ku îmkanê wî hebe, divê di jiyana xwe de carekê biçe hecê. Her sal nêzî sê-çar mîlyon misilman ber bi Mekkeyê ve diçin.

Yek ji çalakiyên ku misilman di dema hecê de dikin ew e ku heft caran li derdora Kabe yê dizivirin. Kabe kevirekî pîroz e, ku li gorî Îslamê ev kevir ji hêla melek Cebraîl ve hatiye anîn ser rûyê erdê.

Di roja Cejna Qurbanê de, misilman xwarinên taybet a bi goştê bizin, pez an çêlekê dixwin. Ev cejn bîranîna pêxember Îbrahîm e, ku ji bo nîşandana dilsoziya xwe ya ji Xwedê re amade bû kurê xwe bike qurban.

Di vê cejnê de, misilman cilên xweşik li xwe dikin û bi malbat û hevalan re xwarinên xweş dixwin. Gelek kes dua dikin, qertên cejnê an diyariyan didin hev. Bi gotina “Cejna te pîroz be”, ew cejneke xweş ji hev re dixwazin.

Finn ut mer om Islam