Barn i flerspråklige familier // ZARROK DI MALBATÊ ÇEND ZIMANÎTÎ YÊ DA BELGEYA AGAHÎYAN

Informasjonsheftet belyser 10 spørsmål som ofte stilles om barns flerspråklige utvikling. I tillegg til å rette seg mot foreldre, er heftet svært aktuelt for ansatte i barnehager og skoler og på helsestasjoner. Det kan være et fint utgangspunkt for samtale mellom foreldre og ansatte i disse institusjonene om barnas flerspråklige utvikling.

Lydfil nr. 1

Zarroke dikarin çend zimanan bihere hîn bibin. Di beşek mezin li gerdonê, hîn bûna zimanên cûda ji temenê kêm bo zarrokan asa ye. Ji bo ku zarrok zimanên cûda heta asteke kêrhatî hîn bibe, mal, baxçeyê zarrokan û dibistan dibe bi rewşek çalak alîkarî biken. Balkeşe ku derdora zarrok çend zimanîtîya zarrokan biecibîne û destekê bidê.
Malbatên ku pêşîneyek kêmnetewî hene, eger zimanê xwe yê zikmakî biparêzin, dikarin bi hêsanî gel malbat yan hevalên xwe di welatên dî da pêwendîyê bigirin. Zarrok di ev malbata ne da, eger liser zimanê zikmakî yê dêbavê xwe şarezayî hebin, derfeta beşdarîya zêdetir liser mîrata çandî ya dêbavê xwe tê hebin. Ev yeke dibe sedema bihêzbûna kesayetî û hesta eleqedar bûna zarroakan.

Lydfil nr. 2

Zarrok, eger zimaneke zikmakî yê pêşkevtî hebe, mercên baştir bo hînbûna zimanê duyem heye. Zimanê zikmakî û zimanê duyem dikarin wek piştîvan bo hevdu bixebitin. Eger zarrok têgehek di zimanê zikmakî da hîn bibe, wek mînak “gaajaysan” di Somalî da, hînbûna peyva hevwateya vê têgehê “sulten” di Norwecî da hêsantir dibe.
Giş dêbav dixwazin zarrokê wan li dibistanê serkevtî bin. Li ber wê gelek dêbav dixwazin ku zarrokên wan zimanê Norwecî bilez hîn bibin. Lê nabe ev bibe sedema bikar neanîna zimankê zikmakî ji alîyê dêbava di amweya axaftina gel zarrok. Dêbav dikarin ev rewşê ji zarrokan re dabîn biken ku zarrok bikarin gel zimanê Norwecî hember bin. Ev yeke bi taybet di baxçeyê zarrokan û di derdorê heremî yan di hevrêyîya gel hevalan û xizmên dêbava diqewime.

Lydfil nr. 3

Di malbatên ku zimanê zikmakî yê dêbava cûda ye, tê pêşnîyar kirin ku herdu dê û bav bi zimanê xwe yê zikmakî gel zarrokê biaxivin. Dema ku giş malbat cem hevin, şexs dikare her zimanê kû hest dike sirûştîye, yek ji zimanê zikmakî, zimanê Norwecî, yan zimanek dî yê hevbeş, bikar bîne. Tişta balkeş eve ku dêbav bikarin bi zimanê ku baştir tê digehin gel zarrokk pêwendîyê bigirin. Herwisa di malbatên kû yek ji dêbava bi zimanê Norwecî diaxive û yên dî zimanek zikmakî yê cûda heye, bo zarok baştire ku her yek ji dêbava bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê Norwecî bi giştî di malbatê wisa da zimanê pirranî ye ku tê bikar anîn. Eger dêbav dixwazin zarrokê wan çend zimanî bin, balkeşe ku ji zarrok re alîkarîyê pêwîst bo hîn bûna herdu zimanan bê dayîn.

Lydfil nr. 4

Ev bi giştî asa ye ku zarrokê çend zimanî peyivan di zimanê cûda da di hevokekê da biakr bîne. Ev mijare dikare bi sedema ev rastîyê be ku hêj ew hînî cûdahîya nava zimanê cûda da nebûne. Ev zarrokê herwisa gengaze di dema ku pêwîst be hinek peyivan li zimanên dî “kirê” bigirît. Zarok giş şarezayîyê xwe yê zimanî bi ev rewşê bikar dîne.

Ev asa ye ku zarrok li maweya ku gel kesên dî yê du zimaî diaxive, zimanê xwe biguhere. Ev ji derfeta guhertinê di navbera zimanên cûda bo mebesta gotina xalên hûr û deqîq anku hestekê yan bo damezrandina hevbeşîyekê di navbera kesên ku bi hemen zimanî diaxivin, bikar tînin. Lêkolîn nîşa dide ku astek bilind ji şarezayîya zimanî bo şêyana guhertina baş di navbera zimanan da pêwîste û ev mijare di axavtinê du zimanî da asa û sirûştî ye.

Ji ber ku em di rewşên cûda da zimanê cûda bikra dînin, ev normale ku zarrokên çend zimanî di herem û rewşê cûsa da, zimanekê baştir tê bigehin. Bo mînak, zarrok gengeze bikare bûyerên dî baxçeya zarrokan da bi zimanê Norwecî baştir şirove bike lê dema ku dixwaze liser rewşa taybet bi mabatê û malê biaxive baştir dizane ku zimanê zikmakî bikar bîne. Zarok gengaze di axavtinê gel xiziman û dêbava zimanê zikmakî bikar bîne. Lêdema ku gel heval û xûşik û birayê xwe diaxive, zimanên cûda bikar bîne.

Barna leker butikk. Foto: NAFO

Lydfil nr. 5

Ev asa ye eger zarrokê du zimanî di maweyek taybet da hez diken ku bi Norwecî biaxivin, tevî ku dêbavê wan dixebitin û hez diken ku ev bi zimanê zikmakî biaxivin. Eger zarrok dema ku dêbav bi zimanê zikmakî diaxivin, Norwecî diaxive, dê bav dikarin bi bersiv dana pê peyiv û hevokên rast bi zimanê zikmakî alîkarîya zarrok biken. Lê, tişta giring pêwendî û têkilîya gel zarroke, cûda ji zimanê tê bikaranîn. Guhdarîya ji zarokê balkeştir ji diltirsîya ku zarrok kijan zimanî bikar dîne. Xala balkeş eve ku hûn bisebir bin. Di heremeka ku zimanê Norwecî pirr bi bandore û bi giştî rewşek bilind heye ser zimanê zikmakî, tê hîn bûna zimanê zikmakî gelek dirêj bibe.
Bo gehîştin bi mebesta çend zimanî bûna zarrokan, giringe ku dêbav bi axavtina gel zarrok bi zimanê zikmakî berdewam bin. Eger zarrok yan mezinsalên dî ku bi zimanê zikmakî diaxivin li derdorê da bin, gelek başe bi rewşek ku ziman li derveyê malbatê jî biakr bê. Heye eger zarrok bi rewşek çalak bi zimanê zikmakî yê dêbava biaxive, bi pirranî gelek zêdetir ji tîştê ku dibêje, dikare tê bigehe. Eve dikare bibe esasek bo hînbûna bikaranîna çalaktir ji ziman di siberojê da saz bike.

Lydfil nr. 6

Zarrokên ku zimanê wan Tirkîye di Tirkîyê da û zarrokên ku zimanê wan Norwecîye di Norwecê da, zimanê xwe yê zikmakî di gelek rewşên cûda da û do pêwendîya gel xelkê cûda da hîn dibib, di malbatê da gel malbat û hevalan di baxçeyê zarrokan, di dibistanê, di firroşgehê, di kolana û otobûsa. Di temamîya rojê da zarrok derfeta bihîstin, axavtin û hînbûna zimanê zikmakî heye. Gelek zarrokên ku paşxana kêmnetewetîyê hene, derfetê kêm bo pêşve birina zimanê xwe yê zikmakî di Norwecê da hene. Pirranîya zarrokan di asata yekim da zimanê zikmakîyê xwe di malê da dibihîzin û bikar dînin. Ev mijare berpirsîyek mezin dêxe ser milê dêbava ku dibe ligel baxçeyê zarrokan û dibistanê pêşveçûna zimanê zikmakî bihêz biken. Mezin salê derdora zarokan dibe heya ku gengaze be, derfetan bo axavtina zarrokan bi zimanê zikmakî, hem di nav û hem li derweyê malbatê saz biken.
Gelek bajarvanî baxçeyê zarrokan yê vekirî pêşkêş diken ku li nav da dêbav cem zarrokê xwe di baxçeyê zarroka da beşdar dibe. Hûn dikarin bo hevdîtina dêbavê dî û zarrokan li dema lîstin, çalakî û têkilîyên civakî da serdana wan biken. Hinek bajarvanî, pirtûkxaneya gotina çîroka bi zimanên cûda pêşkêş dike. Pirtûkxane herwisa pirtûkên zarrokan û ciwanan û pirtûkên dengî bi zimanên cûda bo kirêdanê, pêşkêş diken. Liser derfetê bajarvanîya herem axwe lêkolîn biken. Herwisa, baxçeyê zarrokan û dibistan dikarin ji Pirtûkxaneya Çend zimanî mifa werbigirin û dibistan jî dikarin ji Pirtûkxaneya Deichman di Oslo vê da mifa werbigirin. Pirtûk li vir da bo zarrokan û mezinsalan bi gelek zimanên cûda berdestin. Pirtûkxaneya heremî dikare di kirê girtina pirtûkan livir da alîkarî bike. Di malpera da jî hûn dikarin pirtûk û pirtûkên dendî bi zimanên cûda, û herwisa helbestên baxçeyê zarrokan, ahengan û gelek çîrokan bi zimanên cûda peyda biken.

Foto: NAFO

Lydfil nr. 7

Beşdarbûn di baxçeyê zarrokan xalek balkeşe bo pêşve birina zimanê Norwecîya zarrokên çend zimanî. Herwisa alîkarîya baş di navbera baxçeyê zarrokan, navenda saxlemîyê, dibistan û dêbava giringe. baxçeyê zarrokan û dibistanê erkek mezin bo pêşve birina zarrokan bi zimanê Norwecî ser milê wan ne. lê rola dêbava ji hê bo pêşve birina zarrokan bi zimanê Norwecî giringe. Dêbav ji tevî ku xwe nikarin bi başî bi zimanê Norwecî biaxivin, dikarin alîkarîya xebatên zimanî yê baxçeyê zarrokan û dibistanan biken.

Bo zarrokên pêş dibistanî, baxçeyê zarrokan dikarin derfetê baş û cûda bo pêşveçûna zimanê zarrokan dabîn biken. Dema ku zarrok mezin dibe û diçe dibistanê, SFO (melhezeya paş dibistanê) yan xebatên dibistaên yên demên betlaneyê wek fotbal, koma koro, reqisîn, dibistana çandî û wek vê dikarin cîyên baş bo pêşve birina zimanî û civakî bin. Dêbav dikarin zarrokan han biden ku beşdarî ev xebatane bin.

Baxçeyê zarrokan berpirse liser asankirina pêşketina zimanê zarrok di baxçeyê zarrokan, bi alîkarîya nêzîk gel dêbavê xwe. Baxçeyê zarrokan bi rêya bernameya çarçoveyek bo naverrok û erkên Baxçeyê zarrokan berpirse liser piştgirî ji zarroka bo bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî li kêlega xebatên bi çalak bo geşkirina şêyana axavtina bi zimanê Norwecî. Dêbav dikarin gel mamosteyê baxçeyê zarrokan liser pêdivîyên zarrokan bo handana ziman, bo mînak gelo derfeta bikaranîna berdestek du zimanî heye yan na, yan pêşkêş kirina her core xebatên perwerdehîyên dî li baxçeyê zarrokan da biaxivin.

Lydfil nr. 8

Zarokek ku zimane nû hîn dibe bi rewşn cûda gel zimanê nû pêwendîyê digirin. Hink zarrok bi lez dest pê diken ku peyiv û hevokan di zimanê nû da biakr bînin, lê hinek dî bo maweyek dirêj, hinek caran çend mehan, pêş bikar anîna zimanê nû sebir diken. Dema ku zarrok beşdarî baxçeyê zarrokan dibe ku livir bi zimanê zikmakî na axivin, eve gengaze bibe sedema pêş hatina rewşek aloz bo zarrok. Li maweya ev demê da, pêwendîya nêzîk û ewle gel mezinsalan li baxçeyê zarrokan da pir balkeşe. Tevî ku zarrok gel zarrokan û mezinsala di baxçeyê zarrokan da bi zimanê Norwecî neaxivî, balkeşe ku em binêrin ku zarrok bi rêyên dî pêwendîyê digire, bo mînak pê îşareyan û pê bikaranîna çavlêkirin û zimanê îşareyan. Zarrok hertim liser zimanê nû agahîyan û zanistan kom dike tevî ku bi zimanê Norwecî qet neaxive. Hinek zarrok gengaze pêşveçûna zimanê wan paş bikeve yan tûşî kêşeyên zimanî bibin. Paşê baxçeyê zarroakan û dêbav dibe liser çawanîya pêşkêş kirina alîkarîya ji zarok re lihev biken, bo mînak, bi rêya wergirtina alîkarîyê bîyanî bi mebesta nirxandina pêşveçûna zimanê zarrok û alîkarî danên zêde yê pêwîst bo zarrok hem di malê da û hem jî di baxçeyê zarroakan da.

Tevî ku çi zarrok yan mezinsalên dî ku bi zimanê zikmakî di baxçeyê zarroakan da biaxivin tune bin, naskirina zimanê zikmakî bi giştî bo pêşveçûna çend zimanî bûna zarrok bi mifa ye. Dibe dêbav li dem ku di baxçeyê zarroakan da ne – her dem ku asa be – bi zimanê zikmakî gel zarrok biaxivin. Karmendên ku bi zimanê zikmakî yê zarrok na axivin, dibe bo mînak pê hîn bûna hinek peyivan, rîtman û ahengên zimanê zikmakî yê zarrok, meraqek erênî liser zimanê zikmakî yê zarrok nîşan bid. Beşdarbûna mezinsalan û zarrokê ku liser zimanê zikmakî şareza ne di baxçeyê zarrokan da bo pêşveçûna çend zimanîya zarrok başe.

Lydfil nr. 9

Gelek zarrokan zimanek zikmakî hene ku ev ne zimanê Norwecî ye û zimanê Norwecî wek zimanê duyem di baxçeyê zarrokan da hîn dibin. Ev giringe ku zarrok bête fehm kirin û derfetek bo gotina mebesta xwe hebe. baxçeyê zarrokan dibe ev rastîyê berçav bigire ku zarrok zimanê xwe yê zikmakî bikar dîne û hevdem bi rewşek çalak bo bihêz kirina şarezayîyên zimanê Norwecî dixebite.

Bi şêweyên cûda dikarin piştgirîya zimanê zikmakî biken tevî ku karmend zimanê zikmakîyê zarok bizanin yan na, lê bo gelek zarrokan gengaze wergirtina alîkarîyê du zimanî di baxçeyê zarrokan da gelek balkeş be. Karmendên du zimanî dikarin liser bêtir kirina ewlehîyê hem bo zarrok û heêm bo malbata wî alîkarî biken û dikarin wekî pêwendîkerek bikevine navbera malê û baxçeyê zarrokan. Tevî kesek mezin sal ku zimanê zarok dizane, zarok dikare bê fehm kirin û mebesta xwe li pêwendîyê gel zarrokan û mezinsalên dî bide famandin. Zarrok hevdem gel wergirtina alîkarîya bo pêşve birina şarezayîyê zimanê Norwecî, derfetek hêja bo geş kirina zêdetir ya zimanê zikmakî peyda dike.

Foto: NAFO

Lydfil nr. 10

Veguhestina ji baxçeyê zarrokan bo dibistanê dikare bûyerek mezin be bo gelek zarrokan – û dêbava. Ji bajarvanîya tê pêşnîyar kirin ku şêweyên alîkarîya xwe bo ev veguhestinê berhev biken û dibe baxçeyê zarrokan ji bernameyek bo ev veguhestinê ji baxçeyê zarrokan bo dibistanê di benameya xwandina xwe da hebe. Dêbav dikarin agahîyên taybet bi ev mijarê li baxçeyê zarrokan yan berpirsê heremî werbigirin.