Hvordan oppstår jordskjelv? // Erdhej çawa çêdibê?
Qalikê axê tête dabeşkirin li ser heft kevalên mezin û hijmareka kevalên biçûk. Ev keval livlvînê diken û pêkve têkildar in. Ev hemî kevale pir hêdî diçin, salê tenê çend santîmetran diçin. Ev livlivîne di bejnê tektonîk.Ev kevale dikarin ji hev dûr bikevin, ser hev de werin an jî li ba hev bisekinin.
Erdhejîn li ser erdê
Hindek carinan kevalên ku di ber hev re tevdigerin li hev asê bibin. Dûv re ewê li ber hev sekinin û li hember hev zextê bikin. Dema kû zext zêde dibît , gelek enerjî tê berhev kirin. Di dawîyê de keval ji nişkê ve hev diberdin û paşê enerjî serbest tê berdan. Beşek ji enerjiyê derbasî germayî yê dibît û beşek jî wek pêlan belav dibît ku kevalên erdê dihejînin. Dema ku ev pêl bi hêz bin, mirov bi lerizandina erdê dihesê. Ev ye ya ku em jê re dibêjin erdhejîn.
Gelek caran erdhejîn li ser sînorên di navbera kevalên erdê de çêdibin. Ji xala ku di binê kevala erdê de erdhej lê çêdibît jê re navenda hundûrîn (hyposenter) tê gotin. Navenda derve (episenter) ew xala li ser rûê erdê ye ku rasterast beramberî navenda hundûrîn e.
Ji bo pîvana çend enerjî tê berdan dikare erdhejmarek bihête bikar înan.Bi mûqayesekirina zanyarîyan ji gelek erdhejmaran, mirov dikare pilaya erdhejê û cihê ku lê dest pê diket dîyar biket, ango dê li kîve dê dest pêket. Pîvana Richter dikare were bikar înan da ku diyar bike ka erdhejek çiqas mezin e. Pîvan di navbera 1-10 de derbas dibe, û heke erdhej ji 6 bihêztir bît, dêbîte sedema xirabkarîyeka mezin. Hema bêje ne mimkûn e ku mirov bihête agehdarkirin, ji ber vê yekê gekel zehmete ku xelk bikarin xwe bigihînine cihekê êmin.