Jødisk påske // Pesaxa Cihûyan
Dema ku Îsa Mesîh di Yekşema Palmê de hat Orşelîmê, ew û şagirtên wî diçûn cejna cihûyan, Pesaxê, pîroz bikin. Pesaxa cihûyan û bîranîna wê demê ye ku îsraîlî li Misirê di bin zordariya fîrewn de kole bûn.

Çîroka Mûsa
Di pirtûka yekem ya Mûsa, di Peymana Kevn ya Încîlê de, em dikarin bixwînin ku îsraîlî bi xweşî li Misirê hatin pêşwazîkirin. Piştî çend salan, fîrewn, ku mîrekî misirî bû, ji ber zêdebûna îsraêliyan dilgiran bû. Ji ber wê fîrewn, îsraîlî kirin kole û ferman da ku hemû kurên nûçêbûyî bêne kuştin. Dayika zarokeke bi navê Mûsa nexwest ku kurê wê bê kuştin. Ji ber vê yekê wê Mûsa xist nav selikekê û selik danî ser çemê Nîlê. Dayikê hêvî dikir ku kesek Mûsa bibîne û baş lê xwedî derkeve. Keça fîrewn bû ku Mûsa di selikê de li ser çem de dît. Wê bi baldarî li Mûsa xwedî derket û bi vî awayî Mûsa di malbata fîrewn de mezin bû.

Dema ku Mûsa mezin bû, Xweda di nav deviyek dişewite de li Mûsa xuya bû. Xweda ji Mûsa re got ku divê ew alîkariya koleyên li Misirê bike, û ew bi eslê xwe îsraîlî ye. Gelê Mûsa di bin koletiya zilamê ku wî wekî bavê xwe dizanibû de êş dikişand. Xweda ji Mûsa re got ku divê ew ji fîrewn bixwaze ku koleyan azad bike. Mûsa divê îsraîlîyan ji Misirê derxê û rêbertiya wan ber bi welatekî din ê bi navê Kenan bike.

Deh bela û Cejna Pesaxa yekem
Mûsa çû ba fîrewn da ku wî razî bike ku îsraîlîyan azad bike, lê fîrewn ew red kir. Piştrê Xweda deh bela li ser erdê Misirê ve şandin. Mînakên belayan nexweşî, tarîtî û kêzik bûn. Di dawiyê de, bela herî xirab hat. Piştre Xweda melekê mirinê şand ku di kolanên bajêr re derbas bû û hemû zarokên pêşîn ên her malbatê kuştin.
Îsraîlîyan berîyâ hingî ji Xweda bi rêya Mûsa hişyarî wergirtibûn. Ji bo ku îsraîlî xwe ji melekê mirinê biparêzin, wan berxek serjêkiribûn û xwîna berx li ser derî xwe dabûn. Melekê mirinê ji malên ku derîyên wan bi xwînî derbas bû, lê ket malên din de. Ji bo sekinandina vê belaya dehemîn, fîrewn neçar ma ku destûrê bide îsraêliyan ku ji Misirê derkevin. Ev bûyer bingeha Pesaxa Cihûyan pêk tîne.

Cihû çawa Cejna Pesaxê pîroz dikin?
Di yekem şeva cejna Pesaxê, ango Pesaxa Cihûyan, cihû xwarineke bi navê Seder dixwin. Ev xwarin derketina wan ji Misirê bi bîr tîne. Xwarin bi duayekê li ser şerabê dest pê dike. Di destpêkê de, ew mûmekî pêdixin, ku jê re mûma Şabatê tê gotin.

Tepsiya Sederê tepsiyek e ku tê de xwarinên biçûk hene, û her yek wateyeke taybet heye.

- Matzah nane bê hevîrtirş e, yanî nanekê ku nehatîye werimandin. Ew nanê kelek e. Dema cihû ji Misirê direviyan, wextê wan tûnebû ku nanê xwe amede bikin.
- Charoset tevlîheviyek ji sêv, şerab û gûzan e. Ev tevlîhevî kerpîçan tîne bîra cihûyan, ku di dema xwe de neçar diman wekî koleyan ji bo misiriyan xaniya ava bikin.
- Zeroa hestiyê lingê berx, baskê mirîşkê, an stûyê mirîşkê ye. Ev xwarin nîşana berxê qurbanê ye ku cihûyan, li gorî Kitêba Derketinê, neçar bûn ku berî revîna ji Misirê serjê bikin û bixwin.
- Chazeret giyayên tal, an salate ye ku bîranînên tal ên Misirê tînin bîra wan.
- Beytzah hêkek kelandî ye ku sembola qurbana cejnê ye, ku ji bilî qurbana Pesax, dibirin perestgehê.
- Karpas bexdenûsa ku di ava şor de tê şilkirin e, da ku ava wê bişibihe hêstiran. Ev ji bo bîranîna hêsirên ku cihûyan dema ku li Misirê kole bûn rijandin e.
- Ava şor hêsirên cihûyan sembolîze dike. Bexdenûs û hêk di vê avê de tên şilkirin.
Rêza bûyerên şeva sederê di pirtûkekê de bi navê Haggada hatiye nivîsandin. Haggada çîroka koletiya cihûyan û derketina wan ji Misirê vedibêje. Herwiha Haggada diyar dike ka xwarina Sederê di şeva yekem a Pesax çawa têne amadekirin.

Pîrozkirina xwarina Sederê hem xemgîn e û hem jî şa ye. Cihû wextê xirab li Misirê bi bîr tînin, lê di heman demê de kêfxweş in ji ber ku ji koletiyê xilas bûne.








