Fornybare energikilder // Çavkaniyên enerjiya nûjenkirî

Denne teksten om fornybare energikilder finnes på flere språk. Tanken er at teksten skal være et supplement til andre læremidler og andre aktiviteter i opplæringen. Det er altså ikke meningen at disse ressursene skal stå alene, men at de kan brukes i innledning til arbeid med temaet.

Teksten kan, for eksempel, brukes sammen med tospråklig lærer for å aktivere elevenes kunnskaper om temaet, og å bidra til at eleven lærer fagspråk.

Scroll nedover for å finne flere ressurser.

Di jiyana me ya rojane de, em gelek kehrebe bi kar tînin. Em vê kehrebê ji çavkaniyên enerjiyê yên cûrbecûr digirin. Du celeb çavkaniyên enerjiyê hene: Çavkaniyên enerjiya nûjenkirî û çavkaniyên enerjiya nenûjenkirî. Di vê nivîsê de em ê li çavkaniyên enerjiya nûjenkirî binêrin. 

Bilde av lyspærer som lyser.
Lampeyên ku odeyên me ronî dikin, kahreba bi kar tînin.
Ji bo ajotinê divê tirimbêlên elektrîkê bateryê şarj bikin. Kahreba bi kar tîne.

Ji bo çavkaniyek enerjîyê bê nûkirin, tê wê wateyê ku em nikarin jê bibin. Enerjiya nû her tim bi pêvajoyên li xwezayê yên bi tena serê xwe pêk tên, tê hilberandin. Mînakên bi vî rengî yên çavkaniyên enerjiyê: Enerjiya avê, enerjiya ba û enerjiya rojê ne. Her sê ji van çavkaniyên enerjiyê enerjiya xwe ji rojê digirin. Roj enerjîyê dide sê çavkaniyên enerjîyê bi awayên hinekî cuda.

Roj çavkaniyeke girîng a enerjiyê ye.

Enerjiya avê

Enerjiya avê enerjiyek e ku ji ava herikî tê. Li Norwêcê, ava herikî ya ji sûlavan û çeman pir e, û em dikarin wê ji bo hilberandina enerjiyê bikar bînin. Roj e ku avê li ser Erdê dixe tevgerê. Roj avê germ dike, ku dibe sedema keldûmanbûna wê. Dûv re av di nav ewran de kom dibe, ku di dawiyê de wekî baran vedigerin Erdê. Li ser Erdê, av di nav çem û sûlavan re ber bi deryayê ve diherike.

Foto: Adobe Stock

Bi çêkirina santralên hîdroelektrîkê ku av lê zêde ye, em dikarin enerjiyê ji tevgera avê hilberînin.

Enerjiya bayê

Roj jî hewayê germ dike, dibe sedem ku bilive. Em vê weke bayê dizanin. Liv û tevgera hewayê dikare ji bo hilberîna enerjiyê bê bikaranîn. Bi sazkirina turbînên bayê em dikarin vê enerjîyê bi kar biînin. Turbînên ba ne vedîtineke nû ye, lê ji bo hêrandina genim û çêkirina ard, demeke dirêj e ji tiştên din tê bikaranîn.

Turbînên ba bi bikaranîna bayê li hewayê Kahreba hildiberînin.

Enerjiya Rojê

Enerjiya rojê, di nav tiştên din de, dikare ji bo germkirina hem avê û hem jî malên ku em tê de dijîn were bikar anîn. Enerjiya rojê dikare ji bo çêkirina kehrebê bi karanîna tiştê ku jê re panela rojê tê gotin jî were bikar anîn.

Oppgaver til filmen på kurmanji