Islam // Îslam

Denne teksten om Islam finnes på flere språk. Tanken er at teksten skal være et supplement til andre læremidler og andre aktiviteter i opplæringen. Det er altså ikke meningen at disse ressursene skal stå alene, men at de kan brukes i innledning til arbeid med temaet.

Teksten kan, for eksempel, brukes sammen med tospråklig lærer for å aktivere elevenes kunnskaper om temaet, og å bidra til at eleven lærer fagspråk.

Scroll nedover for å finne flere ressurser.

Îslam a herî biçûk a sê olên cîhanê ye ku li Rojhilata Navîn ava bûye. Cihûtî û Xiristiyanî du olên din in ku li Rojhilata Navîn ava bûne. Mîna Yahûdî û Xiristiyanan, Misilman jî di wê baweriyê de ne ku tenê xwedayek heye. Ji ber vê yekê ji wan re olên yekperest tê gotin. Îslamiyet oleke hiqûqê ye. Ev tê wê wateyê ku qanûn û rêzikname yên rast û şaş diyar dikin û divê Misilman çi bikin.

A metal islamic crescent moon and star on a green textured background
Nîveheyv û stêr sembola Îslamê ne. Illustrasjon: Adobe Stock

Îslam, piştî Xiristiyaniyê, duyemîn mezintirîn olên cîhanê ye. Li cîhanê bi qasî 1,7 mîlyar mirovên ji Îslamê bawer dikin hene. Ji kesên ku îslamiyetê qebûl dikin re misilman tê gotin. Cemaeta Îslamî bi Erebî ummetê jê re dibêjin. Umma dikare bibe du komên sereke.

Misilmanên Sûnî û Şîa hene. Pêxember Mûhammed di dora sala 610 ‘ î de Îslam ava kir . Li Mekkeyê, bajarê ku lê ji dayik bûye. Mekke li Erebîstana Siûdî ye. Mûhammed di sala 632 ‘an koça dawî kir

Quran û Hedîs

Quran di Îslamê de pirtûka herî pîroz e. Li gorî Îslamê Quran di nav xwe de ayetên ku Pêxember Mûhammed ji Xwedê wergirtiye dihewîne. Quran bi eslê xwe bi Erebî hatiye nivîsandin.

Quran ji 114 sûreyan pêk tê. Sûreyan qismî li gorî dirêjahiya xwe hatine rêzkirin. Ya herî dirêj pêşî ya herî kurt tê. Sûra pêşî îstîsna ye, ji nimêja kurt a vekirinê ya el Fetîhê pêk tê. Misilman berî xwendina Quranê wê maç dikin.

Bilde av koranen og andre bøker som er oppslått på et bord.
Wêneyê Qûran ê. Foto: Adobe Stock

 Di sedsalên piştî mirina Mûhammed de, çîrokên ku wî gotiye an kiriye di pirtûkên bi navê hedîs de hatine nivîsandin. Quran û hedîs bi hev re wê nîşan bidin ku ji bo Misilmanan rêyeke rast û baş a jiyanê çi ye.

Pênc stûn.

Pênc stûn prensîp in ku ol li ser wê hatiye avakirin û wekî erkên bingehîn ên olê tên binavkirin. Her çend Îslam weke oleke hiqûqê tê binavkirin jî, girîng e were destnîşankirin ku niyeta rast herî kêm ji aliyê gelek Misilmanan ve jî tê destnîşankirin.

Bawerî

Bawerî, ya jî şahede, yekem ê stûnên îslamê ye. Bi erebî weha dixwîne: “Eşhadû ana la îlah ila Allah wa eşhadû ana Mûhammed Resûl Allah”. Di norwêcî de ev tê vê wateyê: “Ji bilî Xuda tu xuda tune ye û Mûhammed jî pêxemberê wî ye.”

Illustrasjon av trosbekjennelsen i Islam. Skrevet med arabisk kalligrafi
Nivîsa şehadetê ku bi erebî hatiye nivîsîn. Illustrasjon: Adobe Stock

Nimêj/Dûa

Stûna duyemîn salat ya jî nimêj e. Misilman divê rojê pênc caran ji Xwedê re nimêj bikin. Misilman li ser xalîçeya nimêjê dikin ku berê xwe didin Mekkeyê.

Bilde av to jenter som sitter på kne med hendende foldet. De sitter på en bønneteppe.
Dû keçên kû nimêj dikin. Wêne: Adobestock

Berî nimêjê paqijî girîng e. Nimêj bi erebî ne û nivîsên ji Quranê di nav xwe de dihewînin. Di nimêjê de laş li cihên sabît tên veguhestin. mirov disekine, xwe ditewîne, bi enî û destên xwe li erdê li ser çokên xwe dakeve û rûne. Nimêja înê nimêja komî ye û roja înê nîvro li mizgeftê tê nimêj kirin. Ji bilî nimêjê, roja Înê jî mirov li weazekê guhdarî dike. Kesê ku pêşengiyê ji nimêj û weazan re dike, jê re mele (îmam) tê gotin.

Alîkariya xêrxwaziyê/Zikat

Stûna sêyem jî alîkariya xêrxwaziyê ye, an ku Zekat e. Zekat bacek e ku li gorî miqdara pere, cewahir û milkê ku kesekî daye tê dayîn. Pere ji bo mirovên ku pêdiviya wan pê heye tê dayîn.

Rojî

Rojî, stûna çaremîn a Îslamê ye. Rojî di meha Remezanê de ye, ev jî tê wê wateyê ku heta roj diçe ava divê mirov nexwin û ne jî vexwin. Zarok ne hewce ne ku rojiyê bigirin. Piştî roj çû ava, malbat ji bo xwarina êvarê ya bi navê îftarê li hev dicive. Di (meha) Remezanê de ya girîng ew e ku em spasiyên xwe ji bo tiştên we hene nîşan bidin û li hemberî kesên ku bi qasî wan tune ne bêtir dilovan bin.

Çûna hecê

Stûna pêncemîn jî heca ber bi Mekkeyê ve ye. Armanc pêkanîna hecê ye. Gelek rêzik (ayîn) ku bi hecê ve girêdayî ne hene. Ji bo ku rêwîtî weke heceke derbasdar were qebûlkirin divê hemû rêzik werin temamkirin. Yek rêzik, wek mînak, li dora Ka’ba heft caran bimeşin. Kabe ji ber ku kevirê reş di nav xwe de dihewîne pîroz e. Li gorî Îslamê kevirê ji bi eslê esmanî ye  û ji aliyê firiştê Gabriyêl ve hatiye anîn ser rûyê erdê.

 Misilman divê di jiyana xwe de carekê biçin hecê, eger derfeta wan hebe. Her sal di navbera sê û çar milyon misilmanan de diçin Mekkeyê.

Kabe di hundirê mizgefta sereke ya Mekkê de ye. Wêne: Pixabay, Konevi

Fîlm li ser dîroka Îslamê

Dîroka Îslamê. NDLA