Økosystem // Ekosîstem

Denne teksten om økosystem finnes på flere språk. Tanken er at teksten skal være et supplement til andre læremidler og andre aktiviteter i opplæringen. Det er altså ikke meningen at disse ressursene skal stå alene, men at de kan brukes i innledning til arbeid med temaet.

Teksten kan, for eksempel, brukes sammen med tospråklig lærer for å aktivere elevenes kunnskaper om temaet, og å bidra til at eleven lærer fagspråk.

Scroll nedover for å finne flere ressurser

Økosystem

Ekosîstem têkiliya di navbera zîndeweran û jîngeha ku lê dijîn de ye. Li ser rûyê erdê gelek ekosîstemên cihêreng hene. Mezinahiya ekosîsteman tê guhartin. Hindek ekosîstem piçûk in, wek mînak ava di cokê de. Hindek ekosîstemên din mezin in, wek mînak çol, gol, derya û daristan.

Faktorên abiotîk

Ew tiştên ku di ekosîstemekê de ne-zindî li faktorên abiotîk tê te gotin. Mînakên faktorên abiotîk kêş û hewa, ax, tav, şoratî û madeyên din ên kîmyewî yên li jîngê da.

Faktorên biotîk

Ew tiştên di sroştîda zîndîbît, di bêjnê zîndî û ji faktorên biotîk tê te hijmartin. Wek ajal, rûwek, kêzik û mîkroorganîzma nimoneke ji bo faktorên biotîk. Di ekosîstemê de ew hem pêdivî bi faktorên biotîk û hem jî yên abiotîk hene.

Organîzma bi hev ve girêdayî ne

Ji bo ku organîzmayên zindewar di ekosîstemekê de jiyanê bikin û xwe zêde bikin pêdivîya wan hem bi faktorên biotîk û hem jî bi fakorên abiotîk hene. Rûwek bi kivarka û bakteriyan ve di girêdayî ne da ku madeyên organîk ên mirî hilweşînin (bihelînin) da ku ew dîsa bibnne ax. Ji bo mezinbûna rûwekan pêdivîya wan bi xurekên ji axê heye. Hin ajal ji bo ku bijîn divê nebatan bixon. Hin ajal jî divê ajalên din bixon. Kuvarik û bakterîya hewce ne ku xwarinê ji rûwekên û ajelên mirî bistînin.

Berhemhêneran

Hindek organîzma (jîndar) dikarin ji madeyên ne-organîk, maddeyên organîk berhembînin. Ji wan re berhemhêner tê te gotin. Bi vî rengî berhemhêner madeyên xwardemenîyan drostdiken, û evê bi rêya fotosentezê dikin. Rûwek û qewzên kesik li ekosîstemê de pêkve berhemhênerin. Berhemhêneran bi xo di şên wê xarna ku pêwîst dirust bikan.

Kløvereng
Rûwekên kesk berhemhêneran

Serfkaran

Ajal nikarin xwarina xwe bixwe çêkin. Ew bi xwarina rûwek yan ajalên din ve girêdayî ne. Peîveka dî bû xwarnê heye ku di bêjnê serfkirin û her bi wateya serfkirine. Ji ber vê yekê em ji wan re dibêjin serfkar.

En snegle spiser et blad
Qepûşk Serfkar e.

Hilweşîner

Hilweşîner organîzmayên ku bi xwarina ajalan û rûwekên mirî dijîn. Bakterî û kuvark mîneyekên ji bû hilweşînera ne. Hilweşîner di ekosîstemekê de girîng in, ji ber ku ew ajal û rûwekên mirî dihelînin. Di vî prosêsî da , xurek ji organîzmayên mirî têne derxistin. Ev prosêsîe axeka dewlemend ji bo rûwekên nû didet.

Bilde av en sopp i skogen
Kuvark hilweşînereke

Hemû wêne ji AdobeStock hatine sitandin / Alle bilder er hentet fra AdobeStock