Rettsstaten // Serweriya qanûnê

Denne teksten om Rettsstaten finnes på flere språk. Teksten er hentet fra Zmekk.no og oversatt til flere språk av morsmål.no eter avtale med Bergen kommune. Tanken er at teksten skal være et supplement til andre læremidler og andre aktiviteter i opplæringen. Det er altså ikke meningen at disse ressursene skal stå alene, men at de kan brukes i innledning til arbeid med temaet.

Teksten kan, for eksempel, brukes sammen med tospråklig lærer for å aktivere elevenes kunnskaper om temaet, og å bidra til at eleven lærer fagspråk.

Scroll nedover for å finne flere ressurser.

Zmekk.no

Li hemû welatan qanûn û rêbaz hene ku divê werê şopandin. Lê li hin welatan rêbaz ji bo her kesên ku li wir dijî re wekhev derbas nabin. Li wir hin kes bê sedem dikarin bêne zindanîkirin, yên din jî bêyî ku bêne cezakirin dikarin qanûnê binpê bikin.

Li Norwêcê rewş ne wisa ye. Ji ber ku Norwêc dewleteke dadmendî ye. Ev tê wê wateyê ku divê her kes heman rêbazan bişopînin, û dadgeh piştrast dikin ku kesên qanûnê binpê dikin werin ceza kirin.

En lesetest om hva en rettsstat er. Teksten er oversatt med tillatelse fra zmekk.no
Domstolene passer på at de som bryter loven får straff. Dadgeh piştrast dikin ku kesên qanûnê binpê dikin werin cezakirin.

Li welatên ku serdestiya qanûnê lê tune ye bi heman şêweyî qanûnan naşopînin. Li wir, wek nimûne, mirovên dewlemend an jî xwedî hêz dikarin bi dayîna pereyan xwe bêyî ku werin ceza kirin ji polîsan an jî ji dadger xilas bikin.

Heke hin kes li ser sînorê lezê ajot in û ji hêla polîsan ve hatin sekinandin, ew dikarin pera bidin polîsan da ku doz li ser wan neyê vekirin. Ji vê re bertîl (gendelî) tê gotin. An jî dibe ku ew kes dadwerê di dadgehê de nas bikin û bi vî rengî cezayê siviktir bistînin.

En sjåfør prøver å bestikke en tjenestemann / Ajokarek hewl dide bertîlê bide karmendekî

Li welatên ku serdestiya qanûnê lê tune ye polîs dikarin bêyî ku qanûn hatibê binpê bike insanan têxin zindanan. Ev tişt dikare bibe ger mirov xwedî nêrînên siyasî yan jî oleke cuda ji yên desthilatdar bin.

Satt i fengsel uten grunn / Bê sebeb hat zindanîkirin

Li Norwêcê ne wisa ye. Li vir her kes bi awakekî adilanê tê dadgehkirin Heke bi binpêkirina qanûnê were tawanbar kirin û polîs haydar e dike ku qanûn ji bo her kesî wekhev derbas bibe, her çiqas pere û hêza wan hebe jî.

Ger serokwezîrê Norwêcê jî gelek lez biajotîne, ew jî dê wek her kesî bê cezakirin. Jiyana di dewleteke dadmendî de wisa ye.

Loven er lik for alle. / Qanûn ji her kesî re wekhev e.


Oppgaver / Erk

  1. Çima jiyan di dewletek polîsan de ne ewle ye?
  2. Têkiliya we bi polîsên welatê ku hûn jê hatî ne çawa ye?

Ordliste / Ferheng

Dewleta Dadmend – Dewletek ku qanûn ji bo her kesî wekhev tê bi karanîn.
Dadgeh – Nakokîyeke ku di dadgehekê de ji hêla dadwer ve li ser tê biryar dayîn.
Dewleta Polîsan – Dewleteke ku serkirde û polîs kî bixwazin dikarin zindanî û ceza bikin.
Bertîl – Peredayîna derqanûnî ye ji bo ku karmendekî dewletê alîkariya te bike

https://zmekk.no/samfunnsfag/lov-og-rett/rettsstaten
https://zmekk.no/samfunnsfag/laererveiledning

Tekst og bilder er oversatt og publisert etter avtale med Zmekk.no