Valg og politiske partier // Hilbijartin û partiyên siyasî
Nora nû bûye 18 salî û lewma dikare di hilbijartinê de dengê xwe bide. Ew nebawer e ku kîjan partî ji wê re herî baş e.


Gelek partiyên siyasî yên cuda hene. Nora ji bo ku bizanibe ka dengê xwe bide kîjan partiyê, bernameyên partiya dixwîne. Bernameya partiyê nîşandeyeke ku partî diyar dikê ka nêrînên wan çi ne û dixwazin li ser çi bixebitin. Her wiha Nora beriya hilbijartinê rojname û televîzyonan jî dişopîne. Li wir, serokên partiyên cuda di gotûbêjan de li ser mijarên siyasî yên girîng gotûbêj dikin. Her partiyek hewl dide raya giştî razî bike ku divê dengê xwe bide wan.
Li Norwêcê du salan carekî hilbijartin heye, û du cûre hilbijartinan hene. Du caran carekî hilbijartinên parlementoyê ne û cara din hilbijartinên herêmî hene. Mafê hemû welatiyên Norwêcê jor 18 salî heye di hilbijartinên parlementoyê de deng bidin. Di hilbijartinên herêmî de jî her kesê jor 18 salî û herî kêm 3 sal li Norwêcê rûniştî bin xwedî maf in ku di hilbijartinên deng bidin.

Di hilbijartinên parlamentoyê de dengdan ji bo kîjan partî herî zêde nûneran bi dest bixe tê kirîn. Partiyên ku herî zêde deng distînin hikûmetê ava dikin û li ser serokwezîriyê li hev dikin. Parlemento û hikûmet li ser mijarên girîng ên ku bandorê li tevahiya welêt dike biryar didin
Yek ji mijarên herî girîng ji bo Nora ew e ku divê li herêma wê ya herêmî bêtir rêyên duçerxeyan (bisiklêtan) bên çêkirin. Pirsgirêkên herêmî yên wiha ji hêla parlemento û hukûmetê ve nayên çareser kirin. Ji ber vê yekê Norwêc xwedî demokrasiyeke herêmî ye. Siyasetmedarên herêmê ji nêz ve bi welatiyan re têkildarin û dikarin guh bidin daxwazê wan û siyaseta xwe li gorî hewcedariyên welatiyan biguncînin.

Di hilbijartinên herêmî de meclîsên parêzgehan û meclîsên şaredariyan têne hilbijartin. Meclîsên parêzgehan parêzgehan birêve dibin û alîkariya hemû şaredariyan dikin ku hevkariyê ligel hev bikin. Parêzgeh her wiha, ligel tiştên din, ji dibistanên amadehî (videregående skoler), muze û dezgeha tenduristiya diranan ji bo her kesê ku li parêzgehê dijîn ve berpirsyar e.


Meclîsên şaredariyan di şaredariyan de biryarê didin. aliyên ku herî zêde dengan distînin di meclîsa şaredariyê de cih digirin. Her meclîsa şaredariyê ji aliyê şaredarekî ve tê birêvebirin. Şaredarî, di nav de, ji dibistan, nexweşxaneyan, alîkariya civakî (xismeta sosyal), baxçeyê zarokan û ji rêyan berpirsyar e. Li gorî ku Nora dixwaze, meclîsa şaredariyê biryarê dide ka dê bêtir rêyên bisiklêtan bên çêkirin an na.
Nora partiya ku herî zêde bi rêyên bisiklêtan eleqedar e dibîne û di hilbijartinên herêmî de dengê xwe dide wan. Heger ew bi têra xwe dengan bistînin dê bikarin li şaredariyê rêyên nû ên bisiklêtan ên nû çê bikin.

Ordliste
| Partiprogram | Bernameya partiyê |
| Oversikt over hva et politisk parti mener og vil jobbe for | Nîşandaneke ku nêrîna partiya sîyasî dîyar dike û daxwaza wê a li ser çi xebatê bikê ye |
| Stortingsvalg | Hilbijartinên parlementoyê |
| Valg av hvilke politiske partier som skal få plass på stortinget og danne regjering | Hilbijartina ka kîjan partiyên siyasî di nav parlementoyê (Storting) de cih bigirin û hikûmetê ava bikin e |
| Lokalvalg | Hilbijartinên herêmî |
| Valg av Fylkesting og kommunestyre | Hilbijartina meclisa parêzgehê û meclisa şaredariyê |
| Fylke | Parêzgeh |
| Et geografisk område. Fylkene er delt opp i kommuner | Herêmeke erdnîgarî. Herêm li ser şaredariyan hatine dabeşkirin |
| Kommune | Şaredarî |
| Et geografisk område. Norge har mange hundre kommuner | Herêmeke erdnîgarî. Bi sedan şaredariyên Norwêcê hene |