FNs bærekraftsmål // Armancên pêşketina domdar yên Neteweyên Yekbûyî(NY)

Ressursen er utviklet i samarbeid med FN-sambandet.


Nehêlana feqîrîyê

ikoner av personer i alle aldre

Gelek mirov di nav feqîrîyek giran da dijîn. Ji bo têkoşîna li dijî feqîriyê. Divê ji bo her kesî bi awayekî wekhev derfetên xandinê, kar û xizmeta tenduristiyê hebin. Di ser de jî, divê di navbera feqîran û dewlemendan (zengînan) de cûdahî kêm bin. Divê em pereyan (dravan), hem li nav welat da û hem jî di navbera welatan da baştir dabeş bikin.


Divê Çi kes birçî nemîne

Illustrasjon av en suppebolle med varmt innhold

Gelek mirov di bin bandora birçîbûnê de dijîn.Hijmara wan sal bi sal zêdetir dibe. Nîva zarokên ku dimirin, yan ji ber ku ew xwarina netendirost dixwun yan jî ji ber kêmbona xarnê. Ji ber vê yekê, divê em piştrast bikin ku hemû mirov xwarinên ku ji wan re pêwiste bixwun.


Tenduristiya baş ji bo her kesî

Illustrasjon av en livslinje med et hjertet

Li seranserê cîhanê, tenduristiya mirovan her ku diçe baştir dibe. Zêdetir mirov vaksîna werdigrin, û temenê mirovan li gor berê zêdetir e. Ji bo gehaştina armanca tenduristiya baş ji her kesî re, divê her kes lênihêrîna tenduristî û dermanên ku pêwist bistînin.


Divê her kes li dibistanê perwerdehiya baş bistînê

Illustrasjon av en bok og en blyant

Xoşbextane, îro li gorî berê gelek zêdetir zarok dikarin herin dibistanê. Lê dîsa jî, gelek zarokên nexwendawar hene. Ji ber vê yekê, divê welatên cîhanê xebata xwe bidomînin da ku hemû zarok bibin xwediyê heman derfetên perwerdehiya baş û belaş.


Ji bo jiyaneke xweş divê keç û kur xwedî derfetên wekhev bin

Illustrasjon en tegnet for kjnønn med erlikhetstegn i midten

Mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo hemû mirovan e. Lê dîsa jî, li cihanê ji mêran zêdetir jin hene ku feqîr in. Her wesa ji keçan zêdetir kur dikarin herin dibistanê. Ji bo gihaştina armanca wekhevîyê, divê hem keç û hem kur bikaribin herin dibistanê, xizmeta tenduristiyê bistînin û di karê bi muçe de karbiken.


Divê her kes xwedî ava paqij û tuwaletên emîn bin

Illustrasjon ev vannbeger som tømmes

Li ser rûyê erdê têra xwe ava vexwarinê heye, lê derfetên her kesî ya ava vexwarinê û paqij nîne. Her sal bi mîlyonan mirov ji ber nexweşiyan ku ew ji ber nebûna ava paqij û tuwaletên ewle dimirin. Ji ber vê yekê, divê em li cihên ku kêmasiya wan hebe pergalên sîstemên av û averu ava bikin.


Divê her kes karibe elektrîka ku zîanê nede hewa û erdê bikar bîne

Illustrasjon av en sol med en på- knapp i midten

Mirov pêdivî bi enarjê ye. Ji bo ronahî, germî û çêkirina xwarinê. Îro, gelek ji xelkê ji bo çêkirina xwarinê enerjiya pîs bikar tînin, û rûbirû yî hewa pîso xeter dibin. Av, ba û roj çavkaniyên enerjiya nûjenbar in. Dikarin ji bo gihatişna armancên pêşkeftina domdar bibin alîkar.


Divê her kes karek selamet û dahatekê baş hebit.

Illustrasjon av en graf som går oppover

Gelek mirov di cihekêda kar diken ku ne gûh bi mafên karkeran û ne bi slametîa wan diden. Zarok rûberuî karkrin dibin, an bi zorî kar bi zarokan dikentên. Ji bo nehêlana feqîrîyê û têkoşîna li dijî newekheviyê li cîhanê, divê her kesekê karekê slamet û dadperwer hebê


Divê em tiştên nû îcad bikin û sîstemê baş ava bikin

Illustrasjon av 4 kuber som stables

Ji bo ku civakek kar bike, pêdivîye ku sîstemê baş ên trafîkê, balafirgeh, rêhesin, borîyên avê, û avero, bingehên komkirina paşmawe, enerjî û înternet hebin. Ji bo ku em bigehine vê armancê divê em bibînin ka hemû welat çawa dikarin çavkanî û pîşesaziyên xwe bikar bînin.


Divê di navbera hejar û dewlemendan de cudahî kêmtir be

Ikon. FNs bærekraftsmål nummer 10. Tegning av en firkant med et er-lik-tegn inni.. Tekst: Mindre ulikhet

Di roja me ya îro de ji her demî zêdetir cûdahî di navbera hejar (feqîr) û dewlemendan (zengînan) de heye. Cûdahiyên mezin hem l nafxûa welat, û hem di navbera welatan de heye. Ji bo gehiştina kêmkrna armanca newekhev, divê ji her kesî re derfetên wekhev yên dibistan û lênihêrîna tenduristiyê hebin. Her wesa divê çavkanî bi awayekî dadperwerane bêhêne dabeşkirin.


Bajarên cîhanê dibê parêzgarîê hem li mirovan û hem li erdê biken.

Ikon. FNs bærekraftsmål nummer 11. fire forskjellige hus eller bygninger. Tekst: Byer og lokalsamfunn

Zêdetir ji nîva xelkê cîhanê li bajaran dijîn. Gelek bajar hewqas zû mezin dibin ku têra her kesî kar û xanî namînin. Divê em bajarên domdar ava bikeîn ku pêdivîyên mirovan li ber çavan bigirin û zîanbexş nebin bo kêşû hewaî (kilîmayê) .


Nabît em ji pêdivîyên xwe zêdetir tişta dirst bikeîn û bikar bînin

Ikon. FNs bærekraftsmål nummer 12. Tegning av en pil som er formet som tegnet for uendelig. Tekst: Ansvarlig forbruk og produksjon

Îro em zêderit tişta bikar dînîn, ku hesara erdê nikarît xolber bigrît. Yek li ser sêan ew xwarna em çê dikîn tête havêtin. Ji bo ku em baş bijîn, hem îro û hem jî di pêşerojê de, divê em şêwaza jiyana xwe biguherînin û serfkirina xwe kêm bikin.Pêdvîye hem xelik û hem kompanîan (prgîdan) kêmtir tişta bikar binin û jîngehê biparêzin.


Divê hemû welat pêkve karbiken ji bo rawestandina guherîna avuhewayê

Ikon. FNs bærekraftsmål nummer 13. Tegning avjordkloden. Tekst: Stoppe klimaendringene

Şewazê ku em mirov jiyan dikin, avhewayê (kilîmayê) xirab diket. Her ku diçe hewa germtir dibe, cemser dihelin, derya bilind dibin û karesatên sroştî, geşohewa tondtir û nexoştir dibin . Welatên feqîr zêdetir zîyanê dibînin. Divê hemû welat pêkve karbiken ji bo kêmkirn û derxistina gazên serayê. Herwesa divê em harîkariya wan welatên ku ji ber guherîna geşohewaî zirar dîtine bikin.


Jiyana di bin avê de divê bi awayek baş be parastin

Ikon. FNs bærekraftsmål nummer 14. Tegning av en fisk som svømmer. Tekst: Livet i havet.

Jiyana li ser erdê bi jiyana deryayê ve girêdayî ye. Germahî, harikîna deryayî û jiyana li deryayê dihêle ku em mirov li ser rûyê erdê bijîn. Ji ber vê yekê li şûna ku em deryayê bîs û gemar bikin, divê em jiyana di deryayê de biparêzin.


Jiyana li ser erdê divê bi rengekî baş were lênerîn

Ikon. FNs bærekraftsmål nummer 15. Tegning av et tre og noen fugler som flyr. Tekst: Livet på land

Beşekê mezin ji erdê darstane. Zorbeî ajelan li darstanê dijîn. Herwesa daristan ji bo ajelan û mirovan çavkaniya xwarnê ye. Bo parastina jiyane li ser erdê, pêwîste em darstanê bipasêzîn, gelek roweka biçînîn û nehêlîn bîaban li ser erdê zêdebibît. Herwesa divê em wan ajelen ko metirsî li ser heîe ko nemînin li ser erdê bi parêzi.

Divê li seranserê cîhanê aştî û dadperwerdeî hebe

Ikon. FNs bærekraftsmål nummer 16. Tegning av en hvit due som har en kvist i nebbet og sitter på en hammer. Tekst: Fred, rettferdighet og velfungerende institusjonerog

Bêyî aştî û dadperwerî ne gengaz e ku pêşketineke domdar pêkan be. Îro ji her demê zêdetir mirovên penaber hene. Ji bo ku em bigehîne armanca aştî û dadperwerê, divê cîhan civakekê aram dirstbiket ke aştiyane bît û bibîte xwedî her kesî û hemîan biparêzît.


Divê welatên dewlemend û hejar harîkarî ya êko do biken

Ikon. FNs bærekraftsmål nummer 17. Tegning mange ringer som delvis overlapper hverandre. Tekst: Samarbeid for å nå målene-

Ji bo ku hemû welat bikarin bigehin armancên peşketina domdariyê, girînge harîkarî ya êko do biken.Divê hokmê kompanîan, û hemû hawlatî hem li welatê xwe hem jî bi welatên din re harîkariyê bikin. Neteweyên Yekbûyî (YN) di wê baweriyê da ye ku hewldaneka bi vî rengî ya hevbeş û bi armancên zelal dê encamên baş bide.