Mezopotamya // Mesopotamia
Rûbarên Forat û Dîcle îro dikevne li nava welatên Tirkiya, Êraq û Sûriyê de. Berî 6000 sala beşekê mezin ji van devera bi tenê bi navê Mezopotamya bo.ku bi wateya “erdê di navbera rûbaran” de.
Li vê deverê herdem hewa kermo xoş bû, lê di heman demda pir hişk bû. Lê dîsa jî gelek fêqiyên ku li Norwêcê têne firotin ji vê deverê tên. Ev devere bi berekete. Çawa dibe ku gelek hişk bît, û di heman demda gelek derdar be?
Belkî te texmîn kirbît, ma ew herdo rûbar şirovene. Ku bêyî van herdo rûbarên mezin, dever da bîte bîyaban û çi tiştek li wêrê mezin nedibû.
Di demê biharê de befer li çiyayan dihelît. Rûbar di bin avê de dimînin. Av bilind dibît û ji qeraxa xwe derbaz dibît. Demê ku av kêm dibît û rûbar vegeriyan ber firehiya xwe ya asayî. li ser erdê axên bi bereket dimînin. Di nava vê axê de axeka baş û xurek ya heî.
Gelê Mezopotamyayê gelek teknîk û aletên baş pêşxistiye ku avê bi awayekê herê baş bi kar bînin. Bi hemû ku wana hebû, dikaribûn axê bi bereket bikin û her tiştekê hezkirba di çand. Her wesa di rûbaran de gelek masî hebûn.
Cotkarên pêşîn
Kesên ku li Mezopotamya yê dijiyan cotkarên pêşîên bûn. Ew yên pêşîn bûn ku dest bi çandina genmî kirîn. Bi kêlanê, avdanê û zibil kirna axê, dîtin ku ax pir bi bereket bûye. Eve bû hokar ku di demê salekê de çend caran genimî berhem bikin. Berhemên mezin û xwarina zêde destûr da wan ku ew jî karîbûn xwarnê helgirin ji bû paşerûjê. Gele Mesopotamyayê ajelên wek ga û hesp bi kar tînan ji bû alîkariya xebata rûjane. Ew yên pêşî bûn ku dest bi ajeldarî yê kirî.
Li mespotamyayê gelek tişt hebûn ku mrov pê bi jîn. Eve bû hokar ku gelk kesa helbijard û biçne wêrê bijîn. Bi vî awayî yekem bajarên cîhanê dirûst bon. Eve berî gelek hizar sala bû. Hêdî hêdî rêxstineka baş li bajaran çêbû. Dibistanên wan û leşker jî hebûn. Mezopotamya bi zîguratên xwe û avahiyên gelek delal navdar e. Mirov xwedî gelek karên cuda bûn. Hin kes ji gelê mezopotamyayê re dibêêjin mirovên yekem gele kultori ( gele çand).
Keşifkirin
Li başûrê Mezopotamyayê welatê Sumerîa bû. Sumeriyan gelek îcadên giring çêkirin, wek bîrkarî û gêometrî. Wan pergaleka hejmarê bi 60 wekî jimareya bingehîn ava kirin. Em îro hinek ji wê bikar tînin. Demjimêrek 60 deqîqe ye û deqîqeyek 60 çirkeye (saniye). Em bazinê di nav 360 derece da dabeş dikeîn.
Sîstema hejmarê bi 60 wekî jimareya bingehîn.
Di navbera 3500 û 3000 berî zaînê (B.Z). Wan sîstemekê nivîsandinê yê bi navê cuneiform pêş xist. Di destpêkê de Ew tîpe tîpeke wêneyî bû. Hêdî hêdî ewu tîpe hatne hêsan kirin û wêne bi tîpan hatin guhartin. Sumeriyan li ser tabloyên axê û li ser keviran nivîsîbûn. kunsta nivîsandinê belav bû li rojhelat, rojava û heta gehşte welatê Misrê jî. Keşifkirineka din wek nimûne çerx û çolê. Jî bilî vê, wan kelek li keştiyên xwe danîbûn ji vê yekê da keştiyên wan bi sanehî nekevin û dest bi kar înana keştiyan kir, ji ber vê yekê wan keştî bi daran palanedida.
Bajar
Sumeriyan bajarên mezin ava kirin. Bajarê herî mezin ê Sumerê bi navê Uruk bû. Bajarê Ûr bajarekê dî ê bazirganiyê yê giring bû, ku bi hevra ve girêdayî bûn. Her bajarek gelek caran dewleta xwe û padişahê xwe hebû. Padişahan gelek hêz hebû, ji ber ku ew serwerên aînî(olî) jî bûn. Li bajaran padişah xezmetkarên wî, kahîn û pîşesaz di jiyan.
Gelek caran li dormandora hemî bajarî dîwar hebû da ku ji dijminan bihene paraztin. Cotkarên ku li dewroberên bajarî di jiyan neçar bûn baca dexl, goşt, masî û sebze bi dene padşahî. Sumeriyan pere xerc nekir ji bo tiştan bi dest bixin. Ew tiştên ji wan re pêwst di guhartin. Bazrgan bi gemiyî n di çone derveî welat û sifir û zêr di guhrandin. Pîşesazan esnafên xwarnê bi eşyayên wekî sîramîk, tiştên xemlandinê, cil û berg û tiştên cur bi cur ên bikêrhatî di guhartin.
Peyvên giring di tekstêde
sazkirin
bi wateya birêkûpêkirina tiştekê bi vî rengî ku ew xwezayî çêbike
Komkirin
bi wateya li hev kirin, komkirin, ji bo armanceka hildan
hilgirtin
bi wateya hilgirtina tişta ji bo karînîna paşerojê
sanehî kirin
bi wateya hêsankirina tiştekî.
çêbûn
bi wateya ku tiştek çêdibe, dest pê dike an derdikeve
sûdwergirtin
bi wateya sûdwergirtina ji tiştekî, ji bo tiştekî ku tiştekî din bide morûvî
çandin
bi wateya çandina tîştekî wek riwekan
guhartin
bi wateya ku tiştekî bide û li şûna wê tiştekî din bistîne.
deramet helgirtin
bi wateya hilgirtina berhemê, ya ku hatiye çandin.
rabûna lehiyên avê
bi wateya xistin bin avê, av bilind dibe
zêdebûn/kêmbûn
zêdebûn bi wateya ku tiştek zêde dibe an bilind dibe. Kêmkirin bi wateya ku tiştek kêm dibe.
zibilkirin
bi wateya zêdekirina maddeyên pir bi nirxa xurekiya bilind li axê da ku rowek baştir mezin bibin.
Ilustrasjon1: Karl Musser, translated labels by User:Mathias-S, CC BY-SA 2.5, via Wikimedia Commons