17. mai – Norges nasjonaldag // 17’ê Gulanê – Roja Neteweyî ya Norwêcê
17’ê Gulanê Roja Neteweyî ya Norwêcê ye. Di 17’ê Gulana 1814’an de Norwêcê destûra xwe ya bingehîn wergirt, û em vê rojê bi şahî pîroz dikin. Berî sala 1814’an, Norwêc zêdetirî çarsed salan beşek ji Danîmarkayê bû. Wê demê şahê Danîmarkayê li Norwêcê serwerê herî bilind bû û Norwêcî neçar bûn ku li gorî qanûnên ku li Danîmarkayê hatibûn diyarkirin tevbigerin. Di sala 1814’an de li Ewropayê gelek tişt qewimîn û Norwêciyan hêvî dikir ku bibin welatekî serbixwe bi qanûnên xwe.
Destûra Bingehîn li Eidsvollê hate nivîsandin
Di 1814’an de, 112 zilam li Eidsvollê civiyan da ku destûra bingehîn a Norwêcê binivîsin. Ew ji cihên cuda yên Norwêcê hatibûn. Ev kom wekî Meclîsa Neteweyî hate binavkirin û wan şeş hefteya ji bo amadekirina destûra bingehîn xebitîn. Di 17’ê Gulanê de destûr xilas bû, û ji hêla Şah Christian Frederik ve hat îmzekirin. Ji ber vê yekê ew roj wekî Roja Neteweyî ya Norwêcê tê pîrozkirin.

17’ê Gulanê roja alê ye
Ji bo xwendekaran û piraniya mezinan ev rojeke betlaneyê ye. Ew rojeke alê ya fermî ye, ev tê wateya ku hemû avahiyên ku dewlet an şaredarî xwediyê wan in, divê wê rojê alê bilind bikin. Gelek kesên şexsî jî di 17’ê Gulanê de alayê bilind dikin. Ala Norwêcê di 1821’ê de hate çêkirin. Rengên azadiyê tê de hene: sor, spî û şîn. Xaça li ser alê nîşan dide ku Norwêc welatekî xiristîyan e.

Cilên Şahiyê
Adeta ku mirov di roja neteweyî de, xwe bi cilên yên herî xweşik bixemilînin. Gelek kes bunad an cilên din yên neteweyî li xwe dikin. Di 17’ê Gulanê de li dibistanan, li parkan an li navenda bajaran axaftin û çalakiyên curbicur têne lidarxistin.
Meşa Zarokan
17’ê Gulanê wekî Roja Zarokan jî tê binavkirin. Li seranserê welêt, zarokên dibistanê di meşan de dimeşin, aleyan dihejînin, “hurra” diqîrin û stranan dibêjin. Komên muzîkê bi muzîka xwe vê rojê dewlemend dikin. Wê rojê gelek kes strana neteweyî ya bi navê “Ja,vi elsker” distrênin. Gotinên vê stranê di sala 1859’an de ji aliyê helbestvanê navdar Bjørnstjerne Bjørnson ve hatine nivîsandin, û melodiya wê jî di sala 1863’an de ji hêla pismamê wî Rikard Nordraak ve hate çêkirin.


Şahiya Russ’an – Derçûna ji Dibistana Amedeyî
Ji ber Russ’an dibistana amadeyî qedandiye pîrozbahiyê dikin. Hinek ji wan 13 salan çûne dibistanê. Russ cilên russ’a li xwe dikin. Ew piranî bi pênûsên nîşanker li ser cilên hev peyamên dostane dinivîsin. Di meha gulanê de Russ gelek şahiyan li dar dixin.
Gelek Russ otobusên xwe yên taybet hene, ku tê de li derdora bajêr digerin û muzîka bilind lê didin. Gelek jî henekên xwe bi mamosteyên xwe dikin û serê sibeha 17’ê gulanê wan zû ji xew hişyar dikin. Li gelek cihan, Russ di meşên xwe yên taybet de dimeşin, direqisin, stranan dibêjin û skêçên pêkenînê pêşkêş dikin.
Xanedana Şah
Qiralê Norwecê navê wî Qiral Haakon e. Ew di 28ê tebaxa 2026an de bû qiral, dema ku bavê wî, qiral Harald, mir. Qiralîçe navê wê Mette Marit e. Diya Qiral Haakon navê wê Qiralîçe Sonja ye. Qiral, qiralîçe û malbata qiralî ya mayî her 17ê gulanê li ser balkona qesrê radiwestin û destê xwe ji bo meşa zarokan a li Osloyê dihejînin.
Meşa zarokan li kolana sereke ya Osloyê ku jê re Karl Johans gate tê gotin, ber bi jor ve diçe. Meş di ber qesrê re derbas dibe, û hemû zarok û mamoste ji malbata şah re destê xwe dihejînin. Malbata şah jî bersivê dide û destê xwe dihejîne. Zêdetirî sed dibistanan beşdarî meşa zarokan a li Osloyê dibin.





