Advent
Çar hefteyên dawiyê berî Cejna Krîsmêsê, dibêjinê Advent. Advent di destpêkê de cejneka ayînî ya Mesîhiyan bû, da ku xwe bo cejna ji dayikbûna Îsa Mesîh amade bikin.
Peyva Advent bi rastî tê wateya «Xudan dê hêt». Di van rojên me de, gelek xelk Adventê pîroz dikin, çi Mesîhî bin çi nebin.
Di dema Adventê de, xelk bi rêkên cuda xwe bo Cejna Krîsmêsê amade dikin. Gelek xelk malên xwe dixemilînin. Di dema Adventê de, li dibistan û baxçeyê zarokan gelek çalakî hene. Rengê Adventê yê mor e.
Pêştin li Cejna Krîsmêsê
Gelek xelk di dema Adventê de kekên Krîsmêsê çêdikin. Li gorî kevneşopiyê, divêt heft cureyên cuda yên kekên Krîsmêsê çêbikin, lê gelek caran xelk kekên Krîsmêsê ji dikanan jî dikirin. Kekên bîberê yek ji wan heft cureyên kekan in. Hin kes jî li malê kekên bîberê çêdikin.
Li Bergenê, her sal mezintirîn bajarê kekên bîberê li dinyayê çêdikin. Dibistan, baxçeyên zarokan, kargeh û kesên taybet malên ji kekên bîberê çêdikin û radestî kesên ku bajarê bi van malan çêdikin, dikin.

Bildet er tatt av straightfromthecask på Flickr
Çalakiyên Destan yên Krîsmêsê
Gelek xelk di dema Adventê de çalakiyên destan yên Krîsmêsê rêk dixin. Hingê ew heval û malbata xwe mêhvan dikin. Di van çalakiyan de, ew xemilandinên Krîsmêsê, diyariyên Krîsmêsê yan jî kartên Krîsmêsê çêdikin. Hin kes stranên Krîsmêsê dibêjin yan jî muzîka Krîsmêsê lê didin.

Wêne: Oskar Seljeskog, Muzexaneya Osloyê.
Şahiya bidawîbûna Krîsmêsê
Dibistan, baxçeyên zarokan, komên werzîşê û rêxistin di dema Adventê de şahiyan rêk dixin. Ji van şahiyan re dibêjin Şahiyên bidawîbûna Krîsmêsê.
Konser û Pêşandanên Krîsmêsê
Gelek stranbêj û hunermendên din konser û pêşandanên Krîsmêsê rêk dixin. Ev çalakî ye gelek caran li dêrê dihêne kirin.
Bazarê Krîsmêsê
Bazarên Krîsmasê jî di dema Adventê da gelek xelk jê hez dikin. Li bazarên Krîsmasê hesta Krîsmasa berê heye. Li vir mirov dikare diyariyên Krîsmasê yên bi destan hatine çêkirin û xwarinên Krîsmasê yên li malê hatine çêkirin bikirit.
Salnameya Adventê
Gelek zaroka salnameya Adventê hene. Di salnameya Adventê de 24 diyarî hene. Zarok her roj diyarîyekê vedikin, ji roja yekê ya meha Kanûna yekê heta şeva berî Krîsmêsê, roja 24ê Kanûna yekê.
Gelek polên dibistanê jî salnameya Adventê hene. Yek ji rêkan ev e ku her şagirtek diyariyeka biçûk ya ku pêçaye, bi xwe re tîne dibistanê. Mamosta kaxezên biçûk yên bi navên şagirtan hene – ji bo her şagirtekê kaxezek heye. Her roj di meha Kanûnê de, kaxezek tê kişandin. Ew şagirtê ku navê wî li ser kaxezê be, diyariya wê rojê werdigire. Hin mezin jî salnameya Adventê hene, û li ser înternetê jî salnameyên Adventê hene. Ev adetê salnameya Adventê li dor sala 1920 ji Almanyayê hat Norwêcê.

Mûmên Adventê
Taca Adventê yan şemdana Adventê şemdanek e ku cihê çar mûman têda heye. Ji bo her êkşembîyeka Adventê mûmek heye. Di êkşembîya êkê ya Adventê da mûmek tê helkirin/vêxistin, di êkşembîya duyê da du mûma dowan tê helkirin. Di êkşembîya çarê ya Adventê da her çar mûm tên helkirin.
Şemdan dikarin bi gelek şeklên cuda bin û ji asin, keramîk yan madeyên din dên çêkirin. Şemdana Adventê ji Almanîaya hatiye Norwêcê, bi heman awayî wek salnameya Adventê û dara Krîsmasê.

Wêne ji aliyê Myriam Zilles ve li ser Pixabay hatiye kişandin.



