Demokrati og diktatur // Demokrasî û dîktatorî

Denne teksten finnes på flere språk. Tanken er at teksten skal være et supplement til andre læremidler og andre aktiviteter i opplæringen. Det er altså ikke meningen at disse ressursene skal stå alene, men at de kan brukes i innledning til arbeid med temaet.

Teksten kan, for eksempel, brukes sammen med tospråklig lærer for å aktivere elevenes kunnskaper om temaet, og å bidra til at eleven lærer fagspråk.

Demokrasî – Bi hev re biryar dayîn

Demokrasi, wekî birêveberiya gel tê binavkirin, gotineke ku ji bo şiklê hukûmetê tê bikaranîn ku derfetê dide mirovan di biryarên girîng da beşdar bibin. Gel bi dengê xwe dikare bandorê li hilbijartinê bike. Demokrasî xwe ji şiklên din ên hukumkirinê cuda dike, mîna diktatorîyê, ku yek mirov biryarê dide. Şiklê birêvebirina hikûmetê ya li Norwêcê bi demokrasîyê ye.  Ev wê derfetê dide mirovan ku beşdar bibin û biryarê bidin ka civak dê çawa be. Di mijarên ku zarok û ciwanan eleqedar dikê de, divê ew xwedî mafê axaftinê bin û li wan were guhdarîkirin.

Demokrasi ji du peyvan pêk tê “demos” ku wateya wê mirov û ji “kratein” ku tê wateya rêverbirî an jî hukumdarî. Fikra rêveberiya gel nêzî 2500 sal berê li Atînayê derkete holê. Li Norwecê gelek partiyên sîyasî ku li ser çawa civak bê birevebirin de xwedî fikrên cuda hene. Dema hilbijartinên parlementoyê çêdibin, hemwelatîyên norvecê yên jor 18 salî dikarin dengê xwe bidin partiya ku nezî xwe dibînin.

Tegning av mange mennesker som står i kø ror å stemme ved valg
Illustrasjon: Adobe Stock Mst3r

Azadîya ramanê

Di demokrasîyekê da azadîya ramanê heye. Ango herkes bêyî ku bê cezakirin dikare fikra xwe bêje yan jî binivîse. Ji temenê biçûk û pê da em hîn dibin ku hestên xwe, fikrên xwe û ramanên xwe bînin ziman. Di heman demê da girîng e ku rêzgirtin li hemberî mirovên din yên xwedî fikrên cuda hebe. Her ku tu mezin dibî, divê fikrên te zêdetir li ber çavan werin girtin.

Demokrasî – çapemenîya azad

Di demokrasîyekê da, çapemenî ji bo ku fikrên cuda werin ragihandin tê bikaranîn. Partiyên sîyasî yên li Norwecê çapemenîyê bikar tînin da ku dengê xwe bigihînin gel, bi taybetî berî hilbijartinê. Di televîzyon, rojname, radyo û înternetê da em dikarin li ser nîqaşa sîyatsetmedaran a ku divê civak çawa bê birevebirin bişopînin.

Terning av mange mennesker som intervuer en person. Alle journalistene har mikrofoner
Illustrasjon: Adobe Stock MicroOne

Diktatorî – kêm kes bi rêve dibin

Li hin welatan bi navê dîktatorîyê pergaleke birêvebirinê heye. Di dîktatorîyekê da tene mafê kesek, yan jî kêm kesan heye, ku biryara birêvebirina welatekî bidin. Dij-fikirîna li hember revebirên welat qedexe ye. Kesên ku rexneyekê li dijî rayedaran bejin an jî binivîsin tên şopandin an jî girtin. Hin ji wan jî jo bo ramanên xwe tên kuştin.

Normale ku cudahî di navbera cureyên dîktatoriyê de bê kirin. Li gor rêveber çend kes in an jî kî ne û azadî çiqas kêm e, hinek cure dîktatorî hene:

  • Ger desthilatdarî di destê yek mirovî de be, em dikarin qala dîktatorî yan jî otokrasîya yek mirovî bikin, wek mînak li Almanyayê Adolf Hîtler, li Yekîtîya Sovyetan Josef Stalîn, li Îspanyayê Francisko Franco.
  • Ger hêz di bin destê kêm kesan da be, weke gelek welatên ku ji hela cûntayên leşkerî yan jî yek partîyê ve tên birêvebirin, em dîkarin qala dîtatorîya hempîşeyîyê an jî olîgarşîyê bikin.

Dîktatorî – tenê dengekî divê bê bihîstin

Di welatên ku dîktatorî de, desthilatdar yan xwedîyê çapemenîyê ye an jî kontrol dike. Rojname, radyo û televîzyon tenê dikarin tiştê ku desthilatdar bixwazin gel bibihîze bibêjin. Destûra axaftinê û nivîstandinê qedexeye. Kontrolkirinia tiştên ku gel dibêjê û dinivîsê ji aliyê desthilatdarê ve, jê re sansûr tê gotin.

Det er mulig å skrive ut eller bruke innhold fra dette innlegget på flere måter.

Legg merke til at innhold kan være ulikt lisensiert.

Regler for bruk av teksten 

Denne teksten har lisensen CC BY-NC 4.0. Denne lisensen gir deg rett til å dele og bruke dette innholdet på visse vilkår:

  • Du må alltid oppgi hvem som har laget innholdet.
  • Du kan bare dele innholdet med samme lisens som det opprinnelige innholdet.
  • Du kan ikke benytte materialet til kommersielle formål.

Regler for bruk av bilder i teksten

Bildene i denne teksten kan ha ulike linsenser. Les mer om hvert bilde.

  1. Tegning av mange mennesker som står i kø ror å stemme ved valgValglokale.jpg — Illustrasjon: Mst3r. Standardlisens-stock.adobe.com

  2. Terning av mange mennesker som intervuer en person. Alle journalistene har mikrofonerJournalistikk.jpg — IllustrasjonMicroOne. Standardlisens-stock.adobe.com

Regler for bruk av lydfiler i innlegget

Denne teksten har lisensen CC BY-NC 4.0. Denne lisensen gir deg rett til å dele og bruke dette innholdet på visse vilkår:

  • Du må alltid oppgi hvem som har laget innholdet.
  • Du kan bare dele innholdet med samme lisens som det opprinnelige innholdet.
  • Du kan ikke benytte materialet til kommersielle formål.