Informasjon om norsk grunnskole//Dibistana seretayî li Norwêcê

Dibistana seretayî deh sal didome û di navbera dibistana seretayî û navîn tê dabeş kirin. Dibistana seretayî di heft pêngavan de, 1-7 dabeş dibe. Dibistana navîn li sê pêngavan, 8-10 tê dabeş kirin. Zarok gava ku dibin şeş salî dest bi pênhava yekemæn dikin’ û piştê betlaneyên havînê jî yek gav davêjin pêngava mezintir.
Salek xwendinê ji nîvê Tebaxê heya nêzîkê. 20ê Hezîranê ye. Di Skoleruta»( “Rêça Dibistanê” ) de hûn dikarin rojên bêpar û betlaneyên dibistanê ê ji bo salê bibînin. Hûn dikarin skoleruta li dibistanê werbigirin. Her weha hûn dikarin wî li ser malpera şaredariyê jî bibînin.

Dibistana seretayî ya giştî belaş e

Hem dibistanên seretayî yên giştî hem jî ên taybetî hene. Xwediyê dibistanên seretayî yên giştî şaredarî ye. Dibistana giştî belaş e. Ev tê vê wateyê ku hem hîndarî, hem materyal û hem jî çalakiyên din, ên ku beşdarî perwerdê dibin belaş in. Hemî zarokên di temenê dibistana mecbûrî de mafdar in ku biçin dibistanek seretayî ya giştî. Temenê dibistanê ji 6 heta 16 salan e.

Nebûn û perwend

Li Norwêcê ji bo hemî zarokên di temenê dibistana mecbûrî de çûna dibistana seretayî mecbûrî ye. Ev tê vê wateyê ku xwendekar divê di rojên dibistanê û her roj di hemî dersan de li dibistanê bin. Ji ber vê yekê, dêûbav nikarin biryarê bidin ka gelo û kengê xwendekar dikarin ji dibistanê bêpar bin.
Dibistan qeyd dike ka xwendekar her roj amadene. Heke xwendekarek pir nexweş be û nekarê here dibistanê dêûbav dikarin wî li malê bihêlin. Dema ku xwendekar nexweş be ji agahdarkirina dibistanê dêûbav berpirsiyar in. Berî ku roja dibistanê destpê bike, divê sibê zû werin agahdarkirin. Heke xwendekar çend rojan nexweş be, divê hûn ji doktor rapora nexweşîyê bistînin.
Ger hewce ye ku xwendekar ji derveyî dibistan û betlaneyên ku li sûkê dibistanê ne, ji dibistanê bêpar be, wê hingê pêdivî ye ku dêûbav di pêş de ji bo perwendê serlêdanê bikin. Pêdivî ye ku serlêdan diyar bike ka çima derketina perwendê ji bo xwendekar girîng e. Ger ku ew difikirin ku ew bi mafî ye, şaredarî dikare du hefte betlaneyê bide. Xwendekarên ku ji civatek olî li derveyî Dêra Norwêcî ne, mafê wan heye ku di rojên betlaneyên xwe yên olî de ji dibistanê bêpar bin. Pêdivî ye ku ji bo van rojan serlêdana perwend bê kirin.

Nirxên dibistana Norwêcî li ser bingeha mafên mirovan hatîye çêkirin. Pêdaçûnê rûmeta mirovan nirxek girîng e ku divê li her tiştê ku li dibistanê diqewime jê rêz were girtin.

Alle elever skal ha det trygt og godt på skolen

Pêdivî ye ku hemî xwendekar li dibistanê bi ewle û bextewar bin
Dibistan divê bi bawerî û bi rêzdarî bi xwendekaran re hevdîtin bike. Divê ti xwendekar bi tu awayî dûçarê cûdaxwazî û zordariyê nebin. Pêdivî ye ku hemî xwendekar di sinif û dibistanê de xwe aîdê wê hîs kin. Pêdivî ye ku hemî karmendên dibistanê li ber çav bigirin ka xwendekar li dibistanê xwe baş his dikin an ne. Ger mezinek li dibistanê bizane – an jî bifikire – ku xwendekar rastî mabbingê, zordariyê tê, an jî bi awey din xwe ne baş hîs dîke, divê ew her dem:

  • mudaxele bikin û heke gengaz be binpêkirinan rawestînin
  • ji rektor re bêjin
  • lêbikolin ka çi bûye

Eger xwendekarek li dibistanê xwe bê ewle û ne baş hîs bike, ji wê yekê rektor berpirsiyare, û divê ew ji xwendekar re plansaziyek çêbike û pênaseyan pêk bîne, bi wî aweyê xwendekar dîsa bikare xwe li dibistanê bi ewlehî û baş hîs bike. Ji vî yekê re peywira aktîvîteya dibistanê tê gotin.

Pergal û tevger

Di dibistanan de rêzgehên pergal û tevgerê hene ku divê xwendekar bişopînin. Dibistanên Norwêcî li ser pergal û tevgerê dîyalog tê bi kar anîn. Ger dibistan bawer dike ku xwendekarek rêzgehên xwe nagire, dibistan dê di destpêkê de li ser vê yekê bi xwendekar re biaxive. Heke xwendekar piştî vê axaftinê, şikandina rêzgehan berdewam bike, wê bi dêûbav re têkilî bi danîn ku hûn jî zanibin çi bûye û hûn dikarin li malê li ser vê yekê bi zarokên xwe re biaxivin.
Wekî din, her sinif dikare rêzgehên xwe yên xweşewistiyê yên ku xwendekar û mamosta bi hev re çêkirine bikar bînin. Rêzgeh dibêjin ji bo ku meriv di sinifi de bi kare bi refah be û gelek tişt hîn bibe divê mirov wan bişopîne.

Divê hemî xwendekar ji bo fêrbûnê xwedî derfetên wekhev bin

Ji bo fêrbûn û pêşkeftinê divê dibistan fersendên wekhev bide hemî xwendekaran û ev ne giridayê paşnav û şertan e. Dibistan divê bala xwe bide ku xwendekar ji hev cûdane û ji ber vê yekê bibe alîkar ku her kes li dibistanê û li civakê xwe li malê hîs bike. Perwerdehîya dibisyanê divê di seranserê jiyanê de daxwaziya fêrbunê bide xwendekaran. Divê dibistan ji bo ku mirov:

  • wek mirov pêş bikeve
  • di mijaran de pisporiyê pêş bixe
  • hevparîbunê tecrûbe bike
Bilde av en dame som møter elever med åpne armer

Perwerdehîya taybet

Pêdivî ye ku hemî xwendekar perwerdehiyek taybet bistînin. Hemû xwendekar cûda ne û bi awayên cûda fêr dibin. Ji ber vê yekê dibistan divê perwerdehiyê bi vî rengî peyda bike ku hemî xwendekar bikarin ji dersê sûdê herî baş bistînin.

Perwerdeya taybet (perwedeya adapteyî)

Hin xwendekar xwedî mafê perwerdehiya taybetîne. Ger dêûbav an dibistan bawer dikin ku xwendekar ji encamê fêrbûnê têr nabe, divê dibistan wê yekê ji bo xwendekar hêsantir bike û ji bo wî perwerdehiya adapteyî (taybet) peyda bike. Ger perwerda adapteyî alîkarî neke’ divê dibistan û Xizmeta Pedagojî-Psîkolojîk (PPT) bi we dêûbav an re hevkarî bike, û hûn bihevre bifikirin ka gelo xwendekar ji bo wergirtina perwerda baş hewcedarê tedbîrên zêde ye an ne. Ji wan tedbîrên zêde re perwerdehiya taybetî tê gotin. Perwerda taybetî, mînak tê wî maneyê ku xwendekar di gorî armancên fêrbûnê de ji komê cûdatir bixebite, û bi alavên taybet û / an di dema hînkirin û / an di dema betlanê de li dibistanê ji kesek mezin piştgirîyek zêdetir bistîne.

Qanûna (zagona) Perwerdeyê dibêje ji perwedehîya dibistana seretayî hem dibistan hem jî dêûbav bihevre berpirsiyarin. Dibistan mecbûr e ku bi dêûbavan re hevkariyê bike. Hevkarî hem di asta netewî de hem jî di dibistanan de pêk tê.

Foreldre og barn i samtale med lærer

Di asta netewî de hevkarî

Rayedaran ji bo dibistanên seretayî û navîn (FUG), komîteyek dêûbavbûnê ya neteweyî damezirandîye. FUG hem dêûbav û hem jî dibistanê re şîret û rêbernameyê peyda dike. FUG di heman demê de di derbarê mijarên hevkariya malê-dibistanê de şîret dide rayedaran..

Bi dibistanê re hevkarî

Dêûbav li dibistanê dibin alîkar da ku komîteyek xebatê hilbijêrin – Komîteya Karûbarê dêûbavan (FAU). FAU bi dibistanê re hevkariyê dike û şîretan dide rektor. Li pir dibistanan, wekîlek têkiliyê tê hilbijartin. Wekîlê têkiliyê ji bo yek salek dibistanê tê hilbijartin, û divê ew bi mamosteyên sinifi re hevkariyê bike. Wekîlê têkiliyê li ser navê dêûbavê sinifi mijarên wan tîne ziman.

Di sinifi de hevkarî (Hevkarîya di snifi de)

Pêwîste ku di destpêka sala dibistanê de hemî dibistan civînek ji bo dêûbavan çêbike. Bi piranî li hin dibistanan di nav salek de du civînên dêûbavî tê çêkirin û li hin dibistanan jî hinek zêdetir. Civînên dêûbav ji bo hemî dêûbavên sinifi re hevpar in. Di civînên dêûbavan di derbarê dibistanê û salê û rêçikên dibistanê de agahdarî tê dayîn. Di derheqê naveroka perwerdeyê de agahdarî û tiştên din ên ku hûn wekî dêûbav hewcene ku zanibin jî tê dayîn.
Di civînên dêûbavan de, dêûbav dikarin bi hev re binasin. Gava ku zarok bi hev re bin, hem li dibistanê hem jî di dema xwe ên vala de, rastî ew e ku ji bo dêûbavan hevdu naskirin girîng e.

Dêûbav ji bo hevotina zarokên xwe re gelek girîngin. ji bo ku xwendekar li dibistanê serfiraz bibin girîng e ku dibistan û dêûbavên xwendekar bi hev re baş hevkarî bikin. Hûn wek dayik an bav divê beşdarî gotûbêjên pêşkeftinê û civînên dêûbav bibin. Girîng e ku hûn eleqedarî nîşan bidin e hevotina zarokên xwe. Ji bo ku dibistan bikare ji bo zarokên we fêrbunê hêsantir bike, girîng e ku hûn zanebûnên pêwîst di derheqê zarokê xwe bi dibistanê re parve bikin.

Ji bo ku hûn eleqe nîşan ê hevotina zaroken xwe bidin hûn dikarin gelek tişt bikin. Hûn dikarin:

  • li ser tiştên ku ew li dibistanê fêr bûne û bi zarok / ciwan re biaxifin
  • dem helînin ku zarok / ciwan spartekên xwe çêbikin
  • dema ku ew spartekên xwe li malê çêdikin ji bo zarokên xwe amade bin
  • beşdarî bûyerên dibistanê bibin
  • heke hûn hewce ne ku li ser tiştek bipirsin, nîqaş bikin an agahdariyê bidin û bistînin bi dibistanê re têkilî daynin

Hevpeyvîna pêşxistinê

Hevpeyivînek pêşveçûnê civînek di navbera xwendekar, dêûbav û mamosteyê têkiliyê de ye. Li wir, xwendekar, dêûbav û mamoste dê biaxivin ka xwendekar li dibistanê çi dike. Armanca hevpeyvînê ev e ku ji bo piştgirî û geşkirina pêşveçûna akademîk û civakî ya xwendekar dibistanê û dêûbav çawa dikarin bi hev re hevkarî bikin. Armancek din a girîng jî ev e ku hûn fêr bibin ka xwendekar çawa dikare bixebite ku hinek çêtir fêr bibe.
Xwendekar û dêûbav bi mamosteyê têkiliyê re ji bo hevpeyivînek pêşveçûnê di nav salek dibistanê bi kêmî du caran hevdîtin dikin. Berî axaftinên pêşveçûnê bi zarokê xwe re bipeyivin. Bifikirin ka pirsên we di derheqê dibistanê de hene. Dibistan mecbûr e ku heke pêwîst be piştê hevditinan jî bi we dêûbavan re têkilî dayne.
Hevpeyivînek pêşveçûnê dikarê bê zarok, di navbera dêûbav û mamostê de pêk were.

Ev tê vê wateyê (maneyê) ku derheqê tiştên şexsî, ku ew bi rêya karên xwe zanîbûn, derbare we û zarokên we de, ew nikarin agahdarî bidin kesên din. Şikandina erkê bêdengmanîyê tê cezakirin
Ji vê biryarê du îstîsna hene:

  1. Eger ji zarokên we re alîkarî an jî piştgirî ji yên din li derveyê dibistanê bivê, hûn dikarîn razîmendî bidene dibistanê ku ew bikarin agahiyên pêwîst bidine wan kesên ku alîkarîya zarokên we dikin. Razîmendî dayîn tê vê wateyê ku hûn destûrê didin dibistanê ku ji kesên din re bikarin bêjin. Divê hûn û dibistan li ser tiştê ku dikarin bêjin li hev bên. Ev razîbûn bi dem sînorkirî ye û her dem hûn dikarin xwe jê vekişin.
  2. Eger dibistanê bi sedem bawer bike ku zarok tên îhmal kirin, yan di tehlûkeyê de ne an jî bi awayekî zirar dibîne, karmendên dibistanê mecbûrin sîstema lênêrîna zarokan agahdar bikin.

Werger (Tercûman)

Girîng e ku dibistan û dêûbavan bi hevre baş danûstandin bikin û hevdu baş fem bikin. Carinan dibe ku tercûmank hewce be. Hemî dibistan û hem jî dêûbav dikarin bipirsin ku tercumanek bikar bînin. Ger hewceyê tercûman hebe, mînakî di civînek dêûbav de, divê hûn pêşi de dibistanê agahdar bikin. Dibistan tercûman ê qewêt dike û ew pereyê wî didin. Tercûman xwedî erkê bidengmanê ye. Meriv nikare zarokan wek tercûman bikar bîne.

Zagona(qanuna) Perwerde li ser perwedehîya dibistanên seretayî û navîn û mufredat li ser naveroka perwerdeyê hukum dike. Mufredata perwerdehî ji beşek gelemperî û ji mufredatên dersan pêk tê.

Beşa mufredatê ê gelemperî (Beşa giştî ya dersê)

Beşa giştî ya dersê diyar dike ka kîjan nirx û prensîb divê perwerdehiyê diyar bikin. Ew di hemî perwerdehiyê di dibistana seretayî û navîn de derbas dibe.
Beşa giştî ya dersê tekez dike ku xwendekar di pêşvebirina hişmendiya jîngehê, şiyana ramîna rexnegir û hişmendiya exlaqî de bibin xwedî derfet. Xwendekar wê hîn bibin ka demokrasî di pratîkê de çi ye.
Xwendekar wê hêdî hêdî zanebûn û têgihîştina daîmi pêşve bibin. Divê ew li ser fêrbûna xwe bifikirin û û bikaribin tiştên ku ew fêr bûne di çarçewayên cuda de bicîh bikin. Pêwîst e ku xwendekar pirsan formul bikin û bersivan bibînin – hem bi tenê û hem jî bi yên din re. Divê xwendekar fêrbunê fêr bibin. Hevkarî, nûbûn û afirîner, darizandin û berbiçavkirin, ecêbandin û vedîtin girîng in.

Mufredata dersan

Di mufredata dersan de ew tiştên ku xwendekar di sinifin cuda de divê fêr bibin heye. Her dibistan biryar dide ka dê xwendekar çawa bixebitin da ku armancên dersê bi dest bixin.

Nirxandin

Divê xwendekar ji sala pêşîn a dibistanê de ji mamosteyên xwe nirxandinên birêkûpêk werbigirin. Ji bo xwendekar bikare perwerdehiya taybet werbigire ev nirxandin girîng in. Ev Nirxên ha divê ji xwendekar re bibe alîkar ku fêr bibe ka ew ji bo fêrbûna bi awayek çêtirîn dikare çi bike. Nirxên dersê, pergal û tevgerê li seranserê salê têne dayîn û nirxandin dikare bi devkî û bi nivîskî ji xwendekar re werin dayîn.
Di dibistana seretayî de nirxandina xwendekar bê not e. Li dibistana navîn de, xwendekar nirxandinan hem bi not û hem jî bê not digirin. Dereca notpîvanê ji 1-6 e, ku 6 notaherî baş e. Pêdivî ye ku hemî xwendekar xebata xwe, pêşkeftina xwe û pisporiya xwe bi xwe binirxînin. Ji vê re xwe-nirxandin tê gotin.

Xwendekarên ku zimanê wan ê zikmakî ne Norwêcî û Samî ye, xwedî mafên perwerdehiya zimanên taybetîne heya ku ew di sinifê de bikarin perwerdehiya hevbeş bi zimanê Norwecî bişopînin.
Taybetî Perwerdehiya ziman dikare sê tişt be:

  • Perwerdehiya bi zimanê Norwêcî ya taybetî- wergirtina dersên ji bi fêbuna zimanê Norwecî
  • Perwerdehiya mijara duzimanî – ji bo ku dersan fem bike xwendekar dikare bi zimanê dayikê alîkariyê bigire.
  • Perwerdehiya bi zimanê dayikê – xwendekar dikare bi zimanê dayikê fêr bibe

Dibistan divê zanîna Norwêcî ya xwendekaran lêkolîn bike da ku fêr bibe ka ew mafê perwerdehiya zimanek taybetî ye an ne. Ger anketê encam bibe ku xwendekar mafê hînbûna zimanekî taybetî ye, wê li ser naverok û qada perwerdehiya zimanên taybetî biryarek yekgirtî bê dayîn. Hûn jî wekî dêûbavek maf heye ku li dijî vê biryarê îtirazê bikin.

Perwerdehiya bi zimanê Norwecî

Xwendekarên ku li Norwêcê nû ne û nikarin pir bi Norwecî biaxivin dikarin dersî xwe bistînin ku fêrî Norwêcî bibin. Ji bo vê yekê mufredatek hevbeş heye. Gava ku ew bêtir Norwêcî fêr dibin, ew dikarin bi piştgiriya piçûktir disinifi de hînkirina hevbeş bişopînin. Armanca perwerdehiya taybetî ya Norwêcî ev e ku xwendekar bi zimanê Norwêcî fêr bibe ku bikaribe bêyî piştgiriya zêtir perwerdeya li sinifê bişopîne. Fêrbûna zimanê Norwecî dikare gelek demdirêj be, bi gelemperî bi slan berdewam bike heya mirov bikare di hemî mijaran de fêrbûna zimanê Norwêcî bi tevahî fêr bibe.

Perwerdehiya pîşeyî ya duzimanî

Di heman demê de dema ku xwendekar Norwecî fêr dibe, divê ew hînbuna mijarên dersan jî berdewam bike. Wê hingê pêdivî ye ku xwendekar bi zimanê zikmakî alîkariyê werbigire da ku mijaran fem bike. Mamosta mijarê û mamosteyê duzimanî li ser tiştê ku divê xwendekar bi zimanê zikmakî fêr bibe hevkariyê dikin. Ev tête navgîniya dersa duzimanê, ku tê vê wateyê ku xwendekar di mijaran de bi du zimanan tê perwerdekirin. Ger hewce be, xwendekar ji perwerdehiya duzimanî mafdar e.

Perwerdeya bi zimanê zikmakî (zimanê dayikê)

Perwerdehiya bi zimanê dayikê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye, û armanc ev e ku mirov bi zimanê xwe yê zikmakî bêtir fêr bibe. Ev dikare fêbûna Norwêcî ji bo xwendekar hêsantir bike. Dibistan divê binirxîne gelo xwendekar hewce ye ku bi zimanê zikmakî perwerde bibe. Ger dibistan bibîne ku xwendekar wê hewce dike, xwendekar dibe xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî.

Pêşniyara vexwendinê ji bo xwendekarên nû hatin

Xwendekarên ku nû hatîne Norwêcê, dibe ku ji wan re danasînek taybetî were peyda kirin da ku ew bikarin Norwêcî hîn bibin berî ku dest bi sinifê hevbeş bikin. Beledîye dikare ji bo xwendekarên nû hatibe pêşniyarên danasînê di grupan de’ di sinifan de an ji di dibistanan de organîze bike. Vebijarkî ye ku meriv beşdarî pêşniyarek destpêkê bibe, lê heke mirov ewilî beşdarî danasînê bibî mirov di sinifek hevbeş de bêtir dibî. Divê di perwerdehiyên pêşkêşî de perwerdehî werin danasandin û cîhek fêrbûna baş were peyda kirin.

Di hemî qonaxan de, gelemperî ye ku xwendekar here turan, zîyaretkirina muzeyan û aktîviteyê cihêreng li derveyê sinifê. Ev fêrkirinek eynî mîna ya ku di dibistanê de diqewime ye û beşdarbûn mecbûrî ye.
Li gelek dibistanan, gelemperî ye ku xwendekar çend rojan herin dibistanek kampê û bi şev li wir bimînin. Armanca mayîna dibistana kampê ew e ku ev xwendekar hem akademîkî û hem jî civakî xurt bike. Rêwîtiyên ku ji hêla dibistanê ve têne rêve kirin belaş in. Ger hûn ji rêwîtiyên an dibistana kampê nerazî ne, ji bo zêdetir agahdarî li ser plansaziya mayîna turê an dibistana kampê, hûn dikarin bi mamosteyê têkiliyê re biaxifin.
Prensîba perwerdehiya taybetî di heman demê de fêrbûna li derveyî sinifê de jî derbas dibe. Ew nirxek mezin e ku hemî xwendekar beşdar dibin. Ji xwendekaran re girîng e ku bi awayên cûda fêr bibin, û turên bi vî rengî ji bo civaka yekbunîya sinifê gelek girîng e. Heke ji bo beşdarbûna zaroken we astengiyek hebe hûn hewce ne ku ew bi mamosteya têkiliyê re biaxifin da ku ew ji bo zaroka we vê hêsantir bike.

Gelemper e ku xwendekar peywirên ku divê ew, piştî dibistanê li malê çêbikin werdigirin. Spatek bi gelemperî mijarek e, ku berê li dibistanê hatî nirxandin, û divê xwendekar li malê praktîkî bikin. Ger hûn wekî dêûbav spartekan dişopînin û eleqe nîşanê spartekên zarokên xwe bidin gelek baş e. Di hemû dibistan de telîfa alîkariya spartekê heye. Di dibistanên cuda de kîjan gavan de alîkariya spartek tê dayîn digûhere. Li hin belediyan, rêxistinên sivîl alîkariya spartek pêşkeş dikin. Hûn dikarin ji dibistanê bipirsin ka pêşkêşîya çi cûre hene.

Zarok û ciwan dema ku li dibistanê fêr dibin, lê di heman demê de dema vala da jî fêr dibin.

Dibistana aktîviteyê dema vala

Li hemî dibistanan ji bo xwendekaran ji sinifa 1-4 -an pêşnîyara dibistana aktîvîteyê dema vala heye. Dibistana aktîvîteyê dema vala pêşnîyarek ji bo lênêrîn û çalakiyên dema vala ye û ev pêş û piştî dibistanê e. Dibistana aktîvîteyê dema vala li hemî belediyan belaş nîne, lê hin beledîyan de dabeşek belaş heye.

Aktîviteyê dema vala

Pir zarok û ciwan beşdarî çalakiyên dema vala yên organîzekirî dibin û ev dikare ji bo wan gelek fêrbûnê bidest bixe. Ger hevalên dibistanê xwedî berjewendîyên dema vala yên hevbeş in, ew dikarin hevaltiyê hêsan bikin û ew dikarin ji bo xwendekaran bibin alîkar ku şertên civakî yên baş çêbikin. Dêûbav di çalakiyên demên zarokên xwe de jî rolek girîng dilîzin.Pir caran ev e ku dêûbav di rêwîtiyê de ji rêwîtiyê û ji perwerdehiyê re hevkariyê dikin û beşdarê bûyerên cihêreng dibin. Pir dêûbav wek antrenor an jî bi awayên din beşdarî çalakiyên zarokên xwe ên dema vala dibin. Bi dêûbavên zarokên din re di derheqê çalakiyên aktûal ên dema vala da axiftin fikrek gelek baş e. Bi glemperî gelek mamoste di debarê ku xwendekar di dema xwe ên vala da çi dikin, pir tiştan dizanin.

Pîroz kirina rojbûnê

Gazî kirina pîrozbuna rojbunê e’dete. Ev bi taybetî dema ku zarok diçin dibistana seretayî wuha ye. Gelek zarok alerjî an jî adetên xweyên din hene ku nikarin beşdarî pîrozbahiyên wiha bibin. Ger zaroken we nikarin tiştek bixwun divê tu vê yekê ji dêûbavên din re bêjî. Ji bo kesê ku rojbuna xwe pîroz dike, dîyarîyek biçûk birin e’det e. Di civîna dêûbav de divê mirov li ser mezinahîya dîyarîyê biaxive. Pêdivî ye ku mirov tu kesek li derveyê pîrozkirinê wiha nehile.

Mafê rêberiya perwerdehiya civakî

Divê dibistan di pêşveçûna kesane û pêşveçûna civakî de beşdar bibe û ji bo pêşkeftin û fêrbûna pîşeyî alîkarîya xwendekaran bike. Şêwirdariya pedagojîk a civakî dê ji xwendekaran re bibe alîkar ku riya xwe ên dibistanê bibînin. Pêdivî ye ku dibistan di warê pirsgirêkên kesane, civakî an hestyarî de alîkariya xwendekaran bikin ku ev bikare li ser perwerdehiya xwendekar û şertên civakî yên li dibistanê bandor bike. Ev alîkarî dikare ev be; zelalkirina pirsgirêkan û çarçoweya wan, û eşkerekirina ka dibistan dikare çi alîkariyê bike. Xwendekar dikarin ji derveyî dibistanê jî alîkariyê bistînin. Şêwirdara pedagojîk a civakî dikare di lêgerîn û têkiliya saziyên alîkariyê yên guncan de alîkar be.

Rêberîya perwerdeyî û pîşeyî

Şêwirdar ê li dibistana navîn dê agahdariyê bidin xwendekar û dêûbavan û zanibin li ser çi celebê dibistana navîn xwendekar dikare serlêdan bike. Rêberê perwerdeyî û pîşeyî divê alîkariya xwendekaran bike ku ew ji nirxên xwe, berjewendî, şert û mercên xwe hay hebin. Divê ev ji xwendekar re xwe-aqilmendiyê bide û hebûna wan di hilbijartinên baş ên perwerdeyî û pîşeyî de zêde bike. Divê şêwirdar ji xwendekaran re bibin alîkar ku encamên hilbijartinên xwe binirxînin û di hilbijartinên perwerdehî an pîşeyê de ên çewt asteng bikin.
Dê ji xwendekaran re ev agahdarî û rêberi werin dayîn

  • hilbijartina pîşeyan
  • derfetên xwendinê li Norwêc û li welatên din
  • bazara netewî û navnetewî ya kar
  • karanîna amûrên cuda yên rêberiyê

Pêkanîna dibistana navîn

Ciwanên ku dibistana seretayî qedandine mafên xwendina bilind in. Dema ku xwendekar di pola(sinifia) 10-ande, ew serlêdana dibistana navîn dikin.
Xwendekarên ku di dawiya qonaxa ciwanan de tên Norwêcê, hewcene ku perwerdehiya dibistana seretayî bêtir fêr bin berî ku ew dest bi xwendina lîseyê. Hin şaredarî (beledîye) di dibistana seretayî de salek zêde pêşkêş dikin. Li cîhên din, xwendekar dikarin beşdarî dibistana seretayî ên ji bo mezinan bibin an ji herin danasîna pêşkeşiya dibistana amadehiyê (lîse). Li gelek deran bi heman rengî dersên kombûyinê hene ku ciwan hînbûna dibistana seretayî li lîseyê digirin.

Grunnskolen i Norge – kurdisk kurmanj

Alle foto er hentet fra shutterstock.com